Ajansa nûçeyan a RojNews rastî êrîşê hat
Êrîş û astengiyên li pêşiya çapemeniya azad dewam dikin. Malpera ajansa nûçeyan a Rojnewsê ji ber êrîşekê ji duh ve venabe.
Êrîş û astengiyên li pêşiya çapemeniya azad dewam dikin. Malpera ajansa nûçeyan a Rojnewsê ji ber êrîşekê ji duh ve venabe.
Weşana ajansa nûçeyan a Rojnewsê ku navenda wê li Başûrê Kurdistanê ye, ji ber êrîşê ji duh ve tê astengkirin. Rojnewsê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir û got, "Di serî de ji bo gelê Kurdistanê em ê ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bibin dengê azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê."
Rojnewsê ragihand ku ji duh saet 18:00 û vir ve êrîş li hemberî malpera wan tê kirin. Di daxuyaniya ajansê de hat gotin, "Di ser malpera xwe re em nikarin ti nûçeyan parve bikin. Ev êrîş ji aliyê kê ve tê kirin bila bê kirin em şermezar dikin û destnîşan dikin ku ti êrîş wê nikaribe bibe asteng li pêşiya parvekirina rastiyan bi raya giştî re. Weke çapemeniya azad, me ti carî li pêşberî êrîşan serî netewand, ji niha û pê ve jî em ê serî netewînin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî hemû êrîş û astengiyan ew ê her bibin dengê demokratîk ê gelên Kurdistan û herêmê û bal hat kişandins er van xusûsan:
"Di serî de ji bo gelê Kurdistanê em ê ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bibin dengê azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê. Piştî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Bakurê Kurdistanê û gerîlayên PKK'ê, çapeemniya Kurd a hewl dide bibe dengê gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, di heman demê de rastî êrîşan hat. Ji bo nixumandina ser qetlîama mirovan û xwezayê ya li Kurdistanê, dewleta Tirk serî li van rê û rêbazên qirêj dide. Bi vî rengî çapemeniya azad jî hedef girtiye."
Ajansê diyar kir ku ji 25'ê Tîrmehê û pê ve weşanên wan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine astengkirin û destnîşan kir ku ev astengî û êrîş wê weke şermeke mezin a azadiyê di dîroka dewleta Tirk de cih bigire. Hat gotin, "Weke Rojnews em dibêjin ku em ê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin, ti hêzeke paşverû wê nikaribe deng û pênûsa me bêdenb ikin."
Dîmenê destpêkê yê êrîşên balafirên şer ên Tirk ên li hemberî gundê Zergelê ji aliyê Rojnewsê ve bi raya giştî hatibû parvekirin û bi vî rengî rastiya komkujiyê aşkera bûbû.