Ahmet Turk: Roboskiyê rûyê qirêj yê dewletê aşkera kir

Ahmet Turk: Roboskiyê rûyê qirêj yê dewletê aşkera kir

Bi hezaran kesê di nav de Hevserokên KCD û BDP'ê jî hene malbatên kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan ên nobeta edaletê digirin ziyaret kirin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk di ziyaretê de axivî û wiha got: "Baweriya gelê Kurd ya vê dozê qasî van çiyayan mezine." Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî wiha got: "Em dê bibin endamek vê tokşînê yê neraweste."

Çalakiya malbatên welatiyên li Roboskiyê jiyana xwe ji dest dan li ber goristanê ya nobeta edalatê berdewam dike. Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Alîkara Hevserokên Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, parlementerên BDP'ê Emîne Ayna û Nursel Aydogan, rêveberên BDP'ê yên bajarên herêmê, şaredarên BDP'ê yên herêmê, Dayîkên Aştiyê, DOKH û bi hezaran welatiyan malbatên Roboskiyê ziyaret kirin. KCD û BDP'ê li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev û bi karwanekî qelebalik çûn Roboskiyê. Karwan di derketina Şirnexê de ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hate rawestandin. Piştî hevdîtinan karwanê dest bi rê kir. Dema karwan di rê de derbaz dibû ji aliyê gel ve bi çepik û tîlîliyan dihate pêşwazîkirin.

TURK DI DEMA ZIYARETA GORISTANÊ DE NEREHET BÛ

KCD û BDP di ketina Roboskiyê de ji aliyê sedan welatiyan ve hatin pêşwazîkirin û pişt re derbasî goristanê bûn. Malbatên li goristanê tîşortên wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan li xwe kirin û wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan hilgirtin. Ji ber goristan ji mezrayê dûr bû û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk li gel pirsgirêkên tendurîstî û hişyariyan dîsa çû ser goristina. Turk heta gihiştiye goristanê 3 caran nerehet bû. Turk bi alîkariya malbatên Roboskiyê derket ser gir. Piştî hemû girse gihişte ser goristanê dua hatin kirin. Piştî rêzgirtinê sirûdên kurdî hatin xwendin. Pişt re sloganên " Şehîd namirin" û "Qatîl Erdogan" hatin berzkirin.

TURK: BAWERIYA GELÊ KURD YA VÊ DOZÊ QASÎ WAN ÇIYAYA MEZINE

Piştî axaftina Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk axivî û wiha got: "Baweriyagelê Kurd ya vê dozê qasî wan çiyaya mezine. Gelê Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê li hemberî wan pêk tê ji bîrnekirin. Gelê Kurd ev zext têk birin. Êdî girtin, îşkence gelê Kurd ji dozê venagerîne. Êdî gelê Kurd tenê nabêje 'An azadî an azadî' Gelê Kurd daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî, çandî û nasnameya xwe dike. Gelê Kurd bê nasname najî. Gelê Kurd ji bo aştî azadiyê li her qadê têkoşînê dide. Erdogan dibêje 'ez li hemberî zilmê me' lê zilma li dijî kurdan dike nabîne. Roboskiyê rûyê dewletê yê qirêj derxistiye holê." Turk bal kişand ser qezaya li tirafîkê û anî ziman ku, li dijî daxuyaniya walî çavkaniyên herêmê dibêjin hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan 18 ne.

KIŞANAK: ROBOSKÎ EZMÛNA MIROVAHIYÊ YE

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî axivî û wiha got: "Me 34 canên xwe winda kirin. Êşa wê weke niha hêj nû ye. 34 kesên jiyana xwe ji dest dan dê di dîroka Kurdistanê de bijîn. Hikûmeta AKP'ê li her derê li hemberî gelê kurd komkujiyên wisa pêk anîn. Hikûmata AKP'ê hikûmeta kurdan înkar dike ye. Roboskî ezmûna mirovahiyê ye. Malbat bi serkeftî ji vê ezmûnê derketin. Malbatan ji bo kiryar bên dîtin dest ji têkoşîna xwe bernedan. Em jî her tim li cem wan bûn. Em dê bibin endamekî vê têkoşîn."

Piştî axaftinan girse vegeriya gund û li bendêne ku heyet di saetên êvarê de ji gund veqetiyê.