Ahmet Turk: Leşkerên qeza kirine ne ji bo me hatin

Ahmet Turk: Leşkerên qeza kirine ne ji bo me hatin

Çapemeniya Tirk îdîa kir ku leşkerên li Roboskiyê qeza kirin û mirin ji bo ewlekariya Hevserokên BDP û KCD’ê çûne Roboskiyê. Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk ev îdîaya çapemeniya Tirk derewand û diyar kir ku heta îro jî tu carî leşkeran BDP’yiyan neparastine. Turk ragihand ku wana ji gundiyên Roboskiyê xwest alîkarî bidin leşkerên qeza kirin.

Çapemeniya Tirk îdîa kir ku leşkerên li Roboskiyê qeza kirin û mirin ji bo ewlekariya Hevserokên BDP û KCD’ê çûne Roboskiyê. Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk nerazîbûnek tund nîşanî vê nûçeya çapemeniya Tirk da û nûçeyê derewand. Turk ragihand ku bûyer saet di 10.30 de pêk hat, lê ew heta vê saetê negihiştibûn Cizîrê jî. Turk bi bîr xist ku heta îro jî tu leşkerên Tirk ne parlementer ne jî rêveberên BDP’ê neparastine.

ME JI MALBATÊN ROBOSKIYÊ XWEST ALÎKARÎ BIDIN

Turk xemgîniya xwe ya ji bo bûyerê anî ziman û got; “Ez beriya her tiştê ji bo leşkerên di vî temenî de jiyana xwe ji dest dane rehmetê dixwazim. Qezayên wiha mirovan xemgîn dikin. Piştî vê qezayê dayîkên Roboskî yên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan ji bo alîkariya wan seferber bûn. Rojname û tevnên dixwazin rojevê tevlîhev bikin hene. Piştî bûyer qewimî, me got belkî haya Walîtiyê jê tune be, me jêre got. Me telefonî malbatên Roboskiyê kirin û xwest alîkarî bidin.