Agirê Newrozê yê li Qoserê êrîşên dewletê şewitand
Li Qoserê, tevî êrîşa polîsên rejîma AKP'ê jî, Newroz hat pîrozkirin. Şerê piştî pîrozbahiyê ji ber êrîşên hêzên dewletê rû da, li nava taxan belav bû.
Li Qoserê, tevî êrîşa polîsên rejîma AKP'ê jî, Newroz hat pîrozkirin. Şerê piştî pîrozbahiyê ji ber êrîşên hêzên dewletê rû da, li nava taxan belav bû.
Tevî 'qedexeya' Waliyê Tirk ê li Mêrdînê jî, Newroz li Parka Mehmet Sîncar a Qoserê hat pîrozkirin. Gelê navçeyê danê sibehê li taxên xwe li hev civiya û xwest ber bi qada Newrozê ve bimeşe. Lê belê polîsên rejîma Tirk êrîşî gel kirin. Parlamenterê HDP'ê Erol Dora jî di nav de girseya gel bi qîrîna dirûşma 'Bijî Serok Apo' li hemberî êrîşa polîsan dest bi berxwedanê kir. Girseya gel li hemberî êrîşa polîsan li kolanan agirê Newrozê dada.
Hêzên rejîmê Parka Mehmet Sîncar a dorpêç kirin. Tevî vê dorpêçiyê jî gel li dora qada Newrozê li hev civiya. Hêzên rejîmê yên li vê derê careke din êrîşî gel kirin, li ber berxwedana gel neçar ma xwe vekişînin. Gel careke din li dora parkê li hev kom bû.
Parlamenterê HDP'ê Erol Dora li vir peyivî û anî ziman, ku pîrozbahiyên Newrozê bi rengekî kêfî tê astengkirin. Dora got, "Newroza ku di nava aştî û demokrasiyê de tê pîrozkirin, niha ji ber zîhniyeta qedexeker, rastî destwerdanan tê. Divê em vê zanibin. Ev qedexe wê bi Tirkiyeyê re bide windakirin. Ev qedexeyên konsepta şer wê bi her kesî bidin windakirin. Divê êdî ev bê terikandin. Pêwîste em êdî nehêlin mirovên me bên kuştin."
Piştî axaftina Dora, hêzên rejîmê careke din êrîşî gel kirin. Şerê ji ber vê êrîşê derket, li nava kolanan belav bû û hînê dewam dike.
Li gelek cihên navçeyê agirê Newrozê hatiye dadan û Newroz tê pîrozkirin.