Acar Başaran: AKP'ê polîtîkaya xwe ya komkujiyê dewam dike
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser êrîşên li Farqîn û Geverê û got, "Polîtîkayên komkujiyê ji holê nehatin rakirin."
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser êrîşên li Farqîn û Geverê û got, "Polîtîkayên komkujiyê ji holê nehatin rakirin."
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser êrîşên li Farqîn û Geverê û got, "Polîtîkayên komkujiyê ji holê nehatin rakirin."Ayşe Acar Başaran diyar kir ku hatiye dîtin wê polîtîkayên tengezarî û aloziyê yên AKP'ê di dema pêş de jî dewam bikin û got, "Ji ber ku hînê dibêjin 'heta sîstema cemaweriyê neyê zexmkirin' wê ti gav neyê avêtin. Me di nava 3 mehan de mebesta wan a di vê mijarê de fêm kir. Bi bilêvkirina sîstema cemaweriyê re sivîl qetil kirin."
Ayşe Acar Başaran a li Êlihê cara duyemîn bû parlamenter, der barê encamên hilbijartinê û pêvajoya çareseriyê de bersiv da pirsên ANF'ê.
Acar Başaran, ji bo êrîş, komkujî û zextên AKP û Qesrê di nava 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de kir got, "Di nava vê pêvajoyê de kurtefîlmek hat kişandin" û wiha dewam kir: "Li ser 'eger em nebin desthilatdar wê çi biqewimin' senaryoyek nivîsandin û bi cih anîn. Tabûsek pêşkêşî civaka Tirkiyeyê kirin."
'MIRIN NÎŞANÎ MIROVAN DAN Û MIROV BI TAYÊ RAZÎ KIRIN'
Acar Başaran da xuyakirin ku gel bi zext û gefê deng daye AKP'ê û got, "Ji bilî vê yekê, AKP nikare bi ti awayî di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de dengekî ewçend bilind werbigire. Mirin nîşanî mirovan da û mirov bi tayê razî kirin."
Acar Başaran bal kişand ser kampanya êrîşê ya li dijî HDP'ê û got, "Hikûmeta AKP'ê bi rêbazên propaganda derewan re hewl da HDP'ê îllegal û terorîze bike. Ewqasî zêdegavî kirin ku hewl dan berpirsyariya komkujiya Enqereyê jî bixin stûyê me. Lê belê hat dîtin ku berpirsyarê teqînê AKP ye û hewl dan ji vê komkujiyê jî dengan bi dest bixe. Peyama 'eger hûn deng nedin me wê li nava Enqereyê bombe biteqin' dan."
'POLÎTÎKAYÊN KOMKUJIYÊ JI HOLÊ NEHATIN RAKIRIN'
Parlamenter Acar Başaran, heman piştî 1'ê Mijdarê rewşa awarte ya li Farqîn û Geverê, êrîşên li hemberî gel û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bibîr xist û got, "Ji vê sibehê ve me dît ku polîtîkayên komkujiyê ji holê ranekirine."
Acar Başaran bal kişand ser serdegirtina li hemberî kovara Nokta û got, "Sînyal hat dayîn ku polîtîkaya tengezarî û afirandina aloziyê, wê di dema pêş de jî dewam bike."
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan bibîr xist û destnîşan kir, ku hatiye dîtin wê AKP polîtîkayên xwe yên tinekirin û êrîşê yên li Kurdistanê bidomîne. Acar Başaran got, "Dema li vê daxuyaniyê were temaşekirin wê bê dîtin, ku çawa Tirkiye li gorî xwe dîzayn kirine, dixwazin nava HDP'ê jî li gorî dilê xwe dîzayn bikin. Lê belê em gelekî baş dizanin ku bi tenê bi daxwazên xwe re nikarin pêvajoyekê bimeşînin."
'GOTIN SÎSTEMA CEMAWERIYÊ Û DEST BI QETILKIRINA SIVÎLAN KIRIN'
Acar Başaran got, "Ji ber ku di nava 3 salên dawî de AKP'ê ji bo pêvajoya çareseriyê ti gav neavêt, rewşa roja îro derketiye holê" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger pêvajo wê destpê bike û bimeşe, girîng e bingeha vê ya hiqûqî were avakirin û xusûsên li Mutabaqata Dolmabahçeyê hat ragihandin, bicih bê anîn. Lê em ne li nêzî vê rewşê ne. Ji ber ku hînê dibêjin, 'heta sîstema cemaweriyê neyê zexmkirin' wê ti gav neyê avêtin. Me di nava 3 mehan de mebesta wan a di vê mijarê de fêm kir. Gotin sîstema cemaweriyê û dest bi qetilkirina isvîlan kirin. Rewşeke welê derket holê ku 'h' ya hiqûqê jî nayê bilêvkirin. Li şûna dewleteke hiqûqê, em sîstemeke ji serdestiya Qesrê dibînin. Bi polîtîkaya zext û çavtirsandinê re pêvajo nayê destpêkirin."
Acar Başaran nîqaşên li medya hawiz ên dibêjin 'Êdî PKK û HDP nabin aliyê muzakereyê' bibîr xist û got, "Gelekî zelal û vekiriye ku yek ji aliyan PKK û Birêz Ocalan e. Ev gelekî zelal e. Weke partiyeke ku siyasetê dimeşîne, rastiya HDP'ê heye. Ji bilî HDP'ê ku vîna gelê Kurdistanê temsîl dike, hûnê bi kê re çareser bikin?"
Acar Başaran da xuyakirin ku divê beriya her tiştî tecrîda li ser Ocalan a şidandî were rakirin û got, "Divê hevdîtin werin destpêkirin, lê belê ev hevdîtin bi çûyîna heyetê êdî nabe. Pêwîste êdî pêvajoya muzakereyê destpê bike. Naxwe wê rewşa ji hev cihêbûna civakê kûrtir bibe. Ya ku di nava 3 mehên dawî de AKP'ê bi xurtî bi ser xist û em jî li dij derketin, ev ji hev cihêbûn e."
Acar Başaran nêzîkatiya AKP'ê ya "HDP'ê em ji desthilatdariyê xist, lewma pêvajoya çareseriyê sekinî" bibîr xist û got, "Bila niha kerem bikin, desthilatdarî û hemû derfet di destê wan de ne. Fermo bila çareser bikin."