7 şervanên YPG/YPJ’ê ji aliyê hezaran ve hatin defnkirin

Cenazeyên 7 şervanên YPG û YPJ’ê ku di dîrokên cuda de li Kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyên hezaran welatiyan ve li Dêrikê bi dirûşman hatin definkirin.

Cenazeyên 7 şervanên YPG û YPJ’ê ku di dîrokên cuda de li Kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyên hezaran welatiyan ve li Dêrikê bi dirûşman hatin definkirin.

Cenazeyên şervanên bi navê Berxwedan Dîrok, Kamîran Hewra, Şoreş Seyîfa, Mahir Dilan, Viyan Peyman (Gulistan Talî Cinganlo), Şayat Çiyayê û Rojda Gulbihar ku di berxwedana Kantona Cezîrê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran welatîyên bajarê Dêrikê  û Girkê Legê, herêmên Berav û Koçeratan ve ji Nexweşxaneya Dêrikê hatin wergirtin.

Cenazeyên 7 şervanan ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê bi  dirûşman û tilîliyên dayikan ji nexweşxaneyê hatin wergirtin û li wesayîtan hatin siwarkirin. Cenaze piştre jî bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve hatin birêkirin.

Di dema oxirkirinê de wêneyên cangoriyên azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.

Her wiha strana ku şervana YPJ’ê Viyan Peyman a ku di berxwedana Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser berxwedana Kobanê gotibû, hate guhdarîkirin.

Karwanê cenazeyan di kolanên bajar re hatin derbaskirin û birin Goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Piştî ku karwan gihîşt goristanê, cenazeyên 7 cangoriyan li ser milan birin nava goristanê. Di vê navberê de jî strana ku pakrewan Viyan Peyman digot dîsa hate guhdarîkirin. Li goristanê merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre yek ji fermandarên YPJ’ê Roza Dêrik axivî û hemû têkoşerên azadiyê bi bîr anî û berxwedana wan silav kir.

Roza Dêrik diyar kir ku bi hezaran keç û xortên ji çar perçeyên Kurdistanê êrîşên li ser herêmên Rojava tehemul nekirine û berê xwe dane nava refên berxwedanê. Roza Dêrik, destnîşan kir ku berxwedana van ciwanan bêsînor bûye, ti astengî nas nekiriye û soz dane ku wê heta rizgariyê têbikoşin.

Roza Dêrik got ku tu kesekî qasî pakrewan Viyan Peyman ku bi dengê xwe bûye hestên bi hezaran Kurdistaniyan û gelên cîhanê, berxwedana Kobanê baş venegotiye. Roza Dêrîk got; “Dengvedana dengê wê dê hertim di guhê me de be.”

Li ser navê TEV-DEM’ê jî Aras Kardox axivî û bal kişand ser pêwîstiya ku bi rihê seferberiyê tevbigerin, rêya têkoşeran bişopînin. Kardox got: “Di dema ku hin aliyan dixwestin fitneyê derxînin, van pakrewanan hemû sînorên ku li nava Kurditanê hatine danîn, derbas kirin û hatin Rojava.” Kardox bang li hemû aliyên siyasî û ciwanan kir ku têkoşîna cangoriyên azadiyê li ber çavan bigirin û bi rehê seferberiyê û tolhildanê tevbigerin.”

Di merasîme de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wensa Şawiş, li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Suriyê Şukrî Hemo jî axivîn û berxwedana YPG/YPJ’ê silav kirin û soza şopandina rêya cangoriyan dan.

Piştî axaftinan nasnameyên cangoriyan hatin xwendin. Di dawiya merasîmê de jî cenazeyên 7 cangoriyan bi dirûşmeyan û tîlîliyên dayîkan spartin axê.