7 şervan ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin
Cenazeyên 7 şervanên YPG û YPJ’ê ku di dîrokên cuda de li Kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyên hezaran welatiyan ve ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve hatin oxirkirin.

Cenazeyên şervanên bi navê Berxwedan Dîrok, Kamîran Hewra, Şoreş Seyîfa, Mahir Dilan, Viyan Peyman (Gulistan Talî Cinganlo), Şayat Çiyayê û Rojda Gulbihar ku di berxwedana Kantona Cezîrê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran welatîyên bajarê Dêrikê û Girkê Legê, herêmên Berav û Koçeratan ve ji Nexweşxaneya Dêrikê hatin wergirtin.
Cenazeyên 7 şervanan ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê di nav dirûşm û tilîliyên dayikan de ji nexweşxaneyê hatin wergirtin û li wesayîtan hatin siwarkirin. Cenaze piştre jî bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve hatin birêkirin.
Di dema oxirkirinê de wêneyên cangoriyên azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.
Her wiha strana ku şervana YPJ’ê Viyan Peyan a ku di berxwedana Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser berxwedana Kobanê gotibû, hate guhdarîkirin.
Karwanê cenazeyan di kolanên bajar re hatin derbaskirin û birin Goristana Şehîd Xebat Dêrik. Cenaze wê li vir bi merasîmekê bêne definkirin.