7 rêveberên HDP û DBP’ê hatin girtin
Ji 11 rêveberên HDP û DBP’ê yên di operasyonên li navçeya Qamûşan û Selîm ên Qersê hatin binçavkirin 7 kes hatin girtin.
Ji 11 rêveberên HDP û DBP’ê yên di operasyonên li navçeya Qamûşan û Selîm ên Qersê hatin binçavkirin 7 kes hatin girtin.
Li navçeya Qamûşan û Selîm ên Qersê 17’ê Mijdarê leşkeran girtibûn ser malan, di serdegirtinan de 11 siyasetmedarên Kurd ên rêveberên HDP û DBP’ê hatibûn binçavkirin. 11 siyasetmedar sewqî Edliyeya Selîm kirin. Piştî karûbarên li dozgeriyê Hevserokê HDP’a Selîm Mehmet Keskîn, endamê Meclîsa Şaredariya Selîm Rûhan Yildirim ê DBP'yî, rêveberên HDP’ê Orhan Merîç û hevsera wî Sevda Merîç a ducanî, Savci Ozturk, Ûgûr Aydogdû û Ozturk Bayrak bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne” ku sewqî dadgehê hatin kirin, hatin girtin.
4 kesên din bi şertê “kontrola edlî” serbest hatin berdan. 7 siyasetmedarên Kurd ên hatin girtin şandin Girtîgeha Qersê.