Ji 15 kesên li navçeya Geverê ya Colemêrgê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 5 jê hatin girtin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 22'ê mijdarê de di serdegirtina malan de 15 kes hatibûn bûnçavkirin. Piştî karên îfadeyan sewqî Dozgeriya Geverê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê 6 kes serbest hatin berdan û 9 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Pîştî îfadeyên dadgehê 4 kesên din serbest hatin berdan û ciwanên bi navê Devran Bor, Fettah Bor, Cîhan Demîr, Mustafa Tekîn û Tekîn Torsun jî bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne" û "Zirar dan malê cemaweriyê" hatin girtin.