5 kes li Colemêrgê hatin binçavkirin

Polîsên dewleta Tirk li Colemêrgê avêtin ser malan û 5 kes kirin bin çavan.

Li taxên Bîçer û Baglar ên Colemêrgê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser malan. Di encama serdegirtinê de keyayê taxa Baglarê Ramazan Ozer, welatiyên bi navê Îslam Dayan, Şaban Dayan, Orhan Demîr û xebatkarê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Atak hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan, di dema serdegirtinê de polîsên Tirk dest danîne ser wêneyên bi dîwarê malan ve daliqandî. 5 kesên nehat zanîn ji ber çi hatine binçavkirin, birin Midûriyeta Şaxê TEM'ê.