5 çeteyên xwestin çalakiyên întixarî bikin hatin kuştin
5 çeteyên DAIŞ'ê yên xwestin li Sirrînê çalakiyên întixarî bikin, hatin kuştin.
5 çeteyên DAIŞ'ê yên xwestin li Sirrînê çalakiyên întixarî bikin, hatin kuştin.
Îro saet 05.00 de çeteyên DAIŞ'ê hewl dan ku li bajarokê Sirrîn ê 45 km li başûrê Kobanê ye, êrîşên întixarî bikin.
5 çeteyên ku kincên YPG’ê li xwe kiribûn û li ser wan bombe hebûn, xwestin ji aliyê başûr ve bikevin nava Sirrînê. Lê hêzên Asayîşê pê hesiyan û dest li wan werdan.
Di dema destwerdanê de 3 çete berî bigihêjin hedefa xwe, bombeyên li ser xwe teqandin.
2 çeteyên din ku xwe li pişt çeperên asayîşê veşartibûn jî, ji aliyê endamên asayîşê ve hatin kuştin.
Piştî destwerdanê, hêzên Asayîşê û YPG’ê li herêmê operasyona lêgerînê dan destpêkirin.