5 cenazeyên din birin Meletiyê, nasnameya 3 cenazeyên li Elezîzê diyar bû
Hat ragihandin, 5 cenazeyên din ji Sûrê rakirine Saziya Tipa Edlî ya li Meletiyê. Ji cenazeyên li Elezîzê jî nasnameya 3 ji wan eşkere bû.
Hat ragihandin, 5 cenazeyên din ji Sûrê rakirine Saziya Tipa Edlî ya li Meletiyê. Ji cenazeyên li Elezîzê jî nasnameya 3 ji wan eşkere bû.
Hêzên dewleta Tirk di êrîş û dorpêça navçeya Sûrê de gelek kes qetil kiribûn. Piştre destûr nedabû ku malbat cenazeyên zarokên xwe rakin. Piştî dorpêç bi dawî bû wekî ku şer derketiye lîstik amade kirin û gelek welatî înfaz kir. Ji kesên hatin kuştin û înfazkirin duh dîsa cenazeyên 5 kesên din şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Di 14'ê Adarê de jî cenazeyên 8 kesan şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Cenazeyên 2 kesan ji aliyê malbatan ve hatibû teşxîskirin. Piştî 5 cenazeyên din jî şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, hejmara cenazeyan gihîşt 11'an.
Li aliyê din di 14'ê Adarê de cenazeyên 7 kesên wekî di şer de jiyana xwe ji dest bidin şandin Saziya Tipa Edlî ya Elezîzê. Ji 7 kesan cenazeyên Dilber Bozkûrt, Mahsûm Gurkan û Sînan Dûman piştî testa DNA'yê diyar bûn.