Ji girtiyên 46 roj in di greva birçîbûnê de ne, 4 girtiyên jin ên di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Sêrtêd êdî tiştên rûhn jî qebûl nakin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyên ji dozên PKK û PAJK'm yên di 12'ê Îlonê de ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk dest pê kir 46 rojin berdewam dike.
Girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê ku 46 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene, tenduristiya wan xera bû û êdî nikarin vexwarinê jî vexwin.
Parêzera ÎHD'ê Roja Arslan û Yavuz Çelepkolu, bi girtiyên ku ketine greva birçîbûnê re hevditin pêk anîn û der barê rewşa wan de agahî dan. Parêzeran diyar kirin ku 4 girtiyên jin rewşa wan xera bûye û êdî nikarin vexwarinê jî vexwin.