Li Dêrsimê ciwanên bi boneya 1'emîn salvegera gêrîla Bawer Kortik ciwanên ku çalakî pêk anîn, rastî mudaxeleya polîsan hat û 4 kes ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Komek ciwanên ku li tenişta Girê Sor yê li rex Midûriyeta Xizmeta Gundan ya Dêrsimê li hev kom bû, biboneya 1'emîn salvegera gêrîlayê HPG'ê Bawer Kortik (Bahoz Cûdî) çalakî pêk anîn. Piştî çalakiyê polîsan mudaxele kir û alozî derket. Ciwanên ku bi sloganan meş pêk anî û rastî êrîşa polîsan hat, di nava kolanan de belav bûn. Piştî ciwan di nava kolanan de belav bûn, polîsan 4 ciwan binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan ya Dêrsimê.