37. salvegera damezrandina PKK'ê hat pîrozkirin

Li bajarê Fransa Lyonê, 37. salvegera damezrandina PKK'ê hat pîrozkirin.

37. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), li herêma Rhode-Alpes a bajarê Fransa Lyonê bi şevekê hat pîrozkirin.

Bi sedan Kurdistaniyên ji bajarên Chambery û Grenoble beşdarî şevê bûn.

Di şeva pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê de nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Partiya Komunîst a Ciwanan a Fransayê û Navenda Civaka Demokratîk a Lyonê amade bûn û nûneran peyamên xwe pêşkêş kirin.

Di şevê de Abdulrahîm û Malîk ên li Rojava, Hozan Gulseher û Hozan Serhat Çarnewa derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Şev bi gerandina govendê bi dawî bû.

...