3 welatiyên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin birin Şirnexê

Cenazeyê 3 welatiyên ku li Elkê ji aliye hêzên dewletê ve bi topên hawanê hatin qetilkirin ji bo rapora otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Cenazeyê 3 welatiyên ku li Elkê ji aliye hêzên dewletê ve bi topên hawanê hatin qetilkirin ji bo rapora otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Leşkerên Fermandariya Jendermeyan a Elkê bi hawanê top avêtin gundê Setkar, Tilbes, Faraşîn, Meydan, Germav û Gernexê Tivorê. Di encama topbaranê de gelek top li gundê Setkarê ketin. Di teqîna topan a li Setkare de di malekê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. Di teqînê de Ahmet Temel, kurê wî Behçet Temel û xizmên wî Aliya Temel jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê 3 kesên jiyana xwe ji dest dan, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Piştre ji bo rapora otopsiyê cenaze ji Elkê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Fevzi Temel ku bi giranî birîndar bû jî ji Elkê sewqî nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê kirin.