3 têkoşerên azadiyê li Efrînê hatin veşartin

Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê cenazeyên 3 têkoşerên Cebhet El-Ekrad ên ku 13’ê Îlonê di berxwedana herêma Şehbayê de jiyana xwe ji dest dan ber bi rêwîtiya dawî bi rê kirin.

Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê û navçeyên wê, bi armanca  cenazeyên her sê têkoşeran Eyûb Hisên (Zinar Gîvara), Enwer Hemdûş (Hemdûş Cemal), Rêber werbigirin  li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê kom bûn.

Piştî ku girseya gel, darbestên têkoşeran ên ku bi gulan û alên Cebhet El-Ekrad hatibûn xemilandin wergirtin, bi karwanekî wesayitan berê xwe dan goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê navçeya Şera ya Efrînê.

Li goristanê ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê û endamên Erka Xweprastinê ve merasîma leşkerî hat lidarxistin.

Paşê Fermandara YPJ’ê Viyan Aldar, Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Xelîl Îsa, Endama Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Fedîle Hesen, Endamê Rêveberiya Desteya Malbatên Şehîdan ya girêdayî Meclîsa herêma Şehbayê Hamid Rustem  û li ser navê Malbata Şehîd Zinar, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Herêmên Şehbayê Cîhan Xidro, axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên têkoşeran û rêhevalên wan re hat xwestin û ev tişt hatin gotin: “Em Ii hemberî qehremanî û mezinahiya şehîdan bejna xwe ditewînin. Ev leheng ji bo azadî û rûmeta me şehîd bûn. Ji bo ku hemû gel jiyaneke bi rûmet bijîn, van qehremanan canê xwe feda kirin. Wan bi şehadeta xwe diyar kirine ku serkeftin ya gelên herêmê û hêzên wê yên parastinê ne.”

Di dawiya merasîmê de jî cenazeyên têkoşeran di nava dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan de hatin  veşartin.