Sercerdevanê gundê Kiridag ê Colemêrgê Cemal Adiyaman 3 roj in winda ye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, sercerdevanê Cemal Adiyaman ê gundê Kirikdagê yê ji eşîreta Jîrkiyan wenda ye. Tê diyarkirin ku dibe Adiyaman ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatibe binçavkirin. Jendirmeyan der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.