3 kes li Şirnexê hatin binçavkirin

3 kes li Şirnexê hatin binçavkirin

Li navenda Şirnexê piştî duh gêrîlayan li dijî Midûriyeta Polîsan û avahiyên leşkeriyê êrîşa çekdarî pêkanî, polîsan di ser gelek malan de girt û 3 kes binçavkirin.

Şevê din gêrîlayên HPG'ê li dijî Midûriyeta Polîsan û avahiyên leşkeriyê êrişa çekdarî pêk anîn. Piştî êrîşê polîsan li taxa Bahçelievlerê di ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 3 kes binçavkirin. Welatiyan diyar kir ku, polîsan di serdegirtina malan de gef li wan xwarin û tundî bikar anîn.

Welatiyên hatin binçavkirin M. Şefîk Bayat, Şerif Gongen û Tahir Batak birin midûriyeta Polîsan ya Şirnexê.