3 kes li Serêkaniyê hatin girtin

Li navçeya Serêkaniyê 5 kesên di serdegirtinen malan de hatin binçavkirin ji wan 3 kes bi îdîaya "li ser medyaya civakî heqaret li Serokkomar Erdogan kirine" hatin girtin.

Li navçeya Serêkaniyê 5 kesên di serdegirtinen malan de hatin binçavkirin ji wan 3 kes bi îdîaya "li ser medyaya civakî heqaret li Serokkomar Erdogan kirine" hatin girtin.

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di encama serdegirtinên malan de welatiyên bi navê Îbrahîm Ekîncî, Abdurrahîm Ergul, Mehmet Emîn Ergul, Reşat Kirdar û Serhat Kirdar piştî karên li qereqolê anîn Edliyeya Serêkaniyê. 5 kes bi daxwaza girtinê ji aliyê dozgeriyê ve sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê der barê Abdurrahîm Ergul, Mehmet Emîn Ergul û Reşat Kirdar de biryara girtinê da û 3 kes şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê. Îbrahîm Ekîncî û Serdar Kirdar jî hatin berdan.