27 girtî ji girtîgeha Dîlokê hatin sirgûnkirin

27 girtî ji girtîgeha Dîlokê hatin sirgûnkirin

27 girtiyên li Girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê sirgûnî girtîgehên Karabuk, Bolû û Kirikkale kirin. Girtiyê 50 salî û rêveberê KURDÎ-DER'ê Mehmet Saçli jî bi îdîaya "Endamê Rêxistinê ye" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birîn.

Li Girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê Rêveberê KURDÎ-DER'ê Mehmet Saçli yê 50 salî bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birîn. Nûçegîhanê DÎHA yê Mêrsînê yê berê Kamûran Sunbat derbarê rewşa Saçli de nameyek ji DÎHA re şand û diyar kir ku, Saçlı di 9'ê Îlona 2011'an de hate girtin û li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Edeneyê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birîn. Sunbat da zanîn ku, Saçli bi nexweşiya Sînozît, ulser, fitiqa piştê û gelek nexweşiyên dine û wiha got:

"Rewşa Saçli ji ber şert û mercên girtîgehê her ku diçe xirab dibe. Divê bi awayekî cîddî bê dermankirin. Saçli diyar kir ku, ew di vî temenê xwe de çawa di be endamê rêxistinekê hêj fam nekiriye. Saçli da zanîn ku, ji sala 2004'an heta niha siyasetê dike û tu karê wî di nava rêxistinên dijzagonî de tune ye. Saçli destnîşan kir ku, sebeba girtina wî tenê ji ber endamê KURDÎ-DER'ê ye. Saçli daxuyand ku, kurekî wî jî girtî ye û ji ber polîtikayên dewletê malbata wan mexdûr bûne.

27 GIRTÎ SIRGÛN BÛN

Li aliyê din 27 girtiyên li Girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê sirgûnî girtîgeha Tîpa T ya Karabukê kirin. Girtiyê bi navê Îskender Yalçin nameyek şand û diyar kir ku, di 17'ê Cotmehê de Mehmet Bagriyanik, Mehmet Polat, Umut Beyaz, Sadik Şen, Yucel Kizmaz û Îsa Îpeklî sirgûnî Girtîgeha Tipa F ya Kirikkale û Alî Karasayli, Zulfîkar Tunç, Zeynî Arat sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê û Alî Koç, Hakki Aygun, Kasim Karataş, Eyyup Gul, Cevat Yurdagul, Adnan Çelebî, Halîl Guneş, Halîl Temel sirgunî Girtîgeha Tipa T ya Karabukê kirin.

Di 19'ê Cotmehê de jî Îbrahîm Dogan û Bedrî Akin jî sirgînû Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê, M. Tarik Dagtaş, Yaşar Kirmizi, Zekî Eşîn, Murat Ekin, Ruşen Tutku, Seydî Balduz, Şahap Elbasan, Nesîh Toprak sirgunî Girtîgeha Tîpa T ya Bolûyê kirin. Hate zanîn ku, di nava girtiyan de girtiyên di çalakiya birçîbûnê de jî hene.