216 Êzidî hatin berdan
216 Êzidiyên li Şengalê hatin revandin ku jin, zarok û extiyar di nav de hene, li başûrê Kerkûkê serbest hatin berdan.
216 Êzidiyên li Şengalê hatin revandin ku jin, zarok û extiyar di nav de hene, li başûrê Kerkûkê serbest hatin berdan.
Tevî jin, zarok û extiyaran 216 Êzidiyên di êrîşa 3'ê Tebaxa 2014'an a li hemberî Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin, îro serbest hatin berdan.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, heta niha 2 otobusên ku di hundirê her yek ji wan de zêdeyî 50 Êzidî hebûn, gihaştin herêma ewle.
Hat ragihandin ku piraniya Êzidiyên hatine berdan, jin, zarok û extiyar in. Hat gotin ku Welatiyên Êzidî li gundê Hemîrê Biçûk ê li başûrê Kerkûkê hatine berdan.