2 gundên Kobanê hatin azadkirin
Di encama operasyonên YPG/YPJ'ê yên paqijkirina kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê de, li başûrrojhilat 2 gund hatin azadkirin. Di pevçûnên duh de herî kêm 9 çete hatin kuştin.

Roja 207. a berxwedana Kobanê ya li dijî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê, bi operasyonên paqijkirina derdora kantonê ji çeteyan derbas bû.
GUNDÊN ÇELEBÎ Û GULTEPE HATIN AZADKIRIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku duh bi şev hêzên YPG/YPJ'ê li başûrrojhilatê Kobanê derketine operasyonê û di encama pevçûnên dijwar de gundên Çelebî û Gultepe yên li herêmê hatine azadkirin.
Navendê diyar kir ku di operasyonê de 2 wesayîtên çeteyan ên çeka doçka li ser hatin rûxandin û bi qasî hatiye zelalkirin 7 çete hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku îro danê sibehê li gundê Minîfê Kor ê li qada operasyonê de pevçûnan careke din destpêkirine û hat gotin, "Rêhevalekî me yê di serketina operasyonê de roleke girîng lîst, bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê."
Li gorî daxuyaniyê, hêzên YPG/YPJ'ê li gundên Îqbiş û Xanê yên li heman herêmê ne du çalakiyên cuda pêk anîne û di encamê de li gundê Îqbişê wesayîteke çeteyan tevî çeteyên tê de hatiye rûxandin û li gundê Xanê jî 2 çete hatine kuştin.