15 gerîlayên YJA Starê hatin bibîranîn
15 gerîlayên jin yên di 2012’an de li herêma Xerzan di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan li Bedlîsê hatin bibîranîn.

15 şervanên jin yên di 24’ê Adara 2012’an de li herêma Xerzan a Bedlîsê di pevçûnekê de jiyan xwe ji dest dan, ji aliyê rêxistina DBP’a Bedlîsê ve li ber Mizgefta Mezin a bajar hatin bibîranîn. Kongreya Jinên Azad (KJA), hevşaredarên Norşîn, Ovakişla û Motkê û gelek kes ji ber avahiya DBP’ê heta cihê ku daxuyanî lê hat dayîn meşiyan û dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo’, ‘Şehîd namirin’, ‘jin jiyan azadî’ berzkirin.
Aktîvîsta KJA’yê Bîrnas Mazlum Dogan axivî û got têkoşîna 15 gerîlayên jin bi têkoşîna li Kobanê hat dayîn re hat tacîdarkirin û got: “Berxwedan û azadiya jinê malê hemû cîhanê bû. Şehîdên Garzan bûn rêya jiyana azad û heta ev rûh bijî wê azadî jî bijî.” Piştî daxuyaniyê welatî bi tilîlî û çepikan belav bû.