15'ê Tebaxê li wargeha Mexmûrê hat pîrozkirin
Pêngava 15'ê Tebaxê li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi çalakiyeke girseyî hat pîrozkirin.
Pêngava 15'ê Tebaxê li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi çalakiyeke girseyî hat pîrozkirin.
Bi wesîleya 31. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li wargeha penaberan a Mexmûrê, pîrozbahiyek hat lidarxistin. Bi hezaran kesên beşdarî pîrozbahiyê bûn, 15'ê Tebaxê ku ji aliyê Kurdan ve weke 'cejna vejînê' tê qebûlkirin, bi qîrîna dirûşmeyan, gerandina govendê û stranan pîroz kirin.
Endama Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Sînan Herekol li pîrozbahiyê axivî û diyar kir ku ruhê 15'ê Tebaxê li çiya, bajar û gundên Kurdistanê ber bi azadiyê ve dimeşe. Herekol di dewama axaftina xwe de got, "Ya îro li çar aliyên Kurdistanê diqewime, coşa şoreşê ye. Bêguman ev ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê ye. Di salvegera 31. a vê pêngava dîrokî ya bi pêşengiya fermandarê mezin Egîd de, êdî ji aliyê her kesî ve hatiye dîtin ku gelê me ji bilî azadiyê tiştekî qebûl nake. Ruhê 15'ê Tebaxê îro li Rojava, li Bakurê Kurdistanê, li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li ber xwe dide. Bi kurtasî li her devera Kurdistanê û her cihê gelê Kurdistanê lê dijî, ruhê 15'ê Tebaxê serdest e. Ne tenê Kurd, tevahiya gelên herêmê îro bi vî ruhê azadiyê li dijî her şêwe faşîzmê li ber xwe didin."
Herekol bal kişand ser xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatine ragihandin û got, "Ruhê 15'ê Tebaxê pêşî li avabûna sîstema xweser a gel vekiriye. Ev şoreşeke. Xwedîderketina gel li azadiya xwe ye. Vegere ji vê wê nebe."
Di pîrozbahiyê de Koma Zagros, Koma Şehîd Avesta, Koma Şaniya Kela Memê û gelek hunermendên din derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Pîrozbahî heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.