15'ê Tebaxê li qadên gerîla hat pîrozkirin

15'ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat pîrozkirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan di axaftina li vir de got, "Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê wê ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê di sala 32. de bêhtir bi xurtî bidin jiyîn."

15'ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat pîrozkirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di axaftina we ya li pîrozbahiyê de got, "Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê wê ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê di sala 32. de bêhtir bi xurtî bidin jiyîn."

Pêngava 15'ê Tebaxê di salvegera 31. de li qadên gerîla bi merasîmeke leşkerî ya bi beşdariya gelek gerîlayan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, Fermandara Navenda YJA Starê Delal Amed, ji fermandarên HPG'ê Îrfan Amed û Bawer Dêrsim amade bûn. Karayilan di axaftina xwe ya li merasîma leşkerî de diya rkir ku 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke mezin e û destpêka pêvajoyeke nû ye.

Karayilan di destpêka axaftina xwe de "Cejna Vejînê" li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahiya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz kir û got, "Pêngava 15'ê Tebaxê destpêka serdemeke dîrokî yag elê me ye; di hebûna gelê me de xwedî roleke girîng e û mîladeke. Têkoşîna me ya li ser bingeha Pêngava 15'ê Tebaxê ket ser rê, gelê me ji tinebûnê afirand û şoreşa vejînê pêk anî. Ji ber vê yekê gelê me vê rojê weke Cejna Vejînê pêşwazî û pîroz dike. Weke Fermandariya Biryargeha Navendî em jî li ser navê hemû gerîlayên azadiya Kurdistanê Cejna Vejînê di serî de li Rêber Apo, li tevahiya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn û hemû hevrêyên xwe pîroz dikin."

Karayilan di kesayetiya Mahsûm Korkmaz de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî û got, "Em ê Kurdistana azad û demokratîk ku armanca wan e bi cih bînin, bîranînên wan di bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê de bidin jiyîn."

'15'Ê TEBAXÊ RAPERÎNEK LI DIJÎ KOLEDARÎ Û TESLÎMIYETÊ BÛ'

Karayilan da xuyakirin ku Pêngava 15'ê Tebaxê ji aliyê komeke biçûk ve hatiye kirin û got, "Kom biçûk bû, lê dilê wan, baweriya wan mezin bû. Fîşeka destpêkê raperînek li hemberî koledarî û teslîmkariyê bû. Fîşeka destpêkê ya serhildanê bû. Ew fîşeka di 15'ê Tebaxê de hat teqandin, bû hebûna gelê me, rêveçûna serberjêrî ya gelê me sekinand. Gelê Kurd veguherî gelekî xwedî li rûmet û azadiya xwe derdikeve. Neteweyîbûyîn afirand, demokratîkbûyîn derxist holê, şoreşa nêrîna civakî destnîşan kir."

Karayilan ragihand ku Pêngava 15'ê Tebaxê di heman demê de têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li dijî cûntaya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê ye û da zanîn ku li hemberî sazîbûn û rêxistinbûyîna sîstema 12'ê Îlonê, ji bo gelên Tirkiyeyê têkoşîna azadî demokrasiyê meşand. Karayilan diyar kir ku HPG a xwe li ser bingeha ruhê 15'ê birêxistin kiriye, îro li Rojhilata Navîn bûye hêzeke demokrasî û azadiyê; hêza parastina rûmeta mirovahiyê.

'JI KERKÛKÊ HETA KOBANÊ...'

Mûrat Karayilan da xuyakirin ku têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê û êrîşên mêtîngeriya kûr li pêş çavan e û destnîşan kir ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ji Kerkûkê heta Kobanê, ji bo parastina destketiyên gelê Kurd, di nava berxwedaneke mezin de ne, roleke mezin dilîzin û parastin bi ser xistine. Karayilan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Li Şengalê dema li pêş çavên cîhanê yek ji mezintirîn komkujiyên sedsala 21'an ket rojevê, Hêzên Parastina Gel bi operasyoneke mezin a mirovahiyê re 150 hezar mirovên me ji komkujiyê rizgar kirin. Dijmin dixwest civata me ya Êzidî qetil bike û tine bike. Lê Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê bi destwerdana li rewşê re pêşî li vê girtin. Têkoşîna li dijî çeteyan tê dayîn, ne tenê derb li çeteyan xist û ew tengav kir; di heman demê de dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya hevkarê çeteyan e tengav kir. Ji ber ku bi pêşengiya AKP'ê dewleta Tirk dixwest bi destê çeteyan Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê tine bike; destketiyên gelê Kurd ên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji holê rake."

Karayilan destnîşan kir ku gerîlayên Apoyî, berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê pêşî li van armancan girt.

'GERÎLAYÊN KURDISTANÊ WÊ BERSIVA PÊWÎST BIDIN ÊRÎŞAN'

Karayilan bal kişand ser bomberdûmana di 24'ê Tîrmehê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê destpê kir û operasyonên siyasî yên li hemberî gelê Kurd û da zanîn ku dewlet AKP'ê ji bo armancên xwe yên dîktatoryal pêk bîne, siyaseta înkarê dewam bike û barê li pişta DAIŞ'ê sivik bike, di 24'ê Tîrmehê de dest bi konsepteke nû ya êrîşê ya berfireh kiriye. 

Karayilan got, "AKP'ê di 24'ê Tîrmehê de şaşîtiyeke gelekî mezin kiriye û wê ji vê biryara xwe ya êrîşê poşman bibe. Ji ber ku gerîlayên azadiya Kurdistanê bi tecrûbeya 31 salan, bi ruhê Egîd û Zîlanan, bi îdeolojiya fedaî ya Apoyî û bi performansa xwe ya profesyonel re, wê bersiva pêwîst bidin hemû êrîşan; wê hesabê komkujiyên li Zergelê, li Şengalê bipirsin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê yên dikarin hemû destketiyên gelê me biparêzin, wê îro bersivê bidin hemû êrîşên li hemberî hêzên azadî û demokrasiyê. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê îro gihaştiye vê astê. Di vê mijarê de bila dilê gelê me rehet be."

'EGER HINEK DIVÊ VÎ WELATÎ BITERIKÎNIN, EW JÎ EW KESÊN BI POTÎNÊN XWE EV WELAT GEMARÎ KIRINE, YE'

Karayilan bibîr xist ku di vê demê de tevî hin hêzên navneteweyî, saziyên sivîl ên civakî, derdorên demokratîk-siyasî û aştîxwaz bangên ji bo çareseriya demokratîk dikin û anî ziman kuw eke tevger ji bo pêkhatina çareseriya demokratîk wan her tiştê dikeve ser milê xwe bi cih anîne û got, "Rêber Apo kedeke mezin da, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk 22 salan xebitî, lê AKP'ê ev hemû tine hesiband û tecrîdeke giran danî ser Rêber Apo. Niha Serokwezîrê Tirk dibêje 'Bila gerîla Kurdistanê biterikîne'. Ev der hêlîna gerîla ye ku bi berxwedan û xwînê hatiye paqijkirin. Eger hinek divê vî welatî biterikînin, ew jî ew kesên ku bi potînên xwe ev welat gemarî kirine, ye. Gerîla zarokên vî gelî ne û xwediyên esîl ên vî welatî ne. Fedaiyên demokrasî û azadiyê dixwazin e. Ew ê her tim azadyia gelê Kurd, azadiya gelê Tirk û gelên herêmê û demokrasiyê biparêzin. Têkoşîna gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê têkoşîna azadî û demokrasiyê ye; têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, hêza fedayî ya parastina nirxên mirovahiyê li Rojhilata Navîn e."

'DIVÊ TEVAHIYA GELÊ ME BI RUHÊ 15'Ê TEBAXÊ TEVBIGERE'

Karayilan da xuyakirin ku Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê heta niha çawa wezîfeyên xwe bi cih anîbin, ji niha û pê ve jî wê bi cih bînin û destnîşan kir ku li dijî her şêwe êrîşkariyê ew êm afê xwe yê parastina rewa bi kar bînin. Karayilan got, "Di sala 32. de jî Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê wê li her devera Kurdistanê têkoşîna ji bo azadî, demokrasî, biratiya gelan û aştiyê dewam bikin, wezîfeya di vî warî de dikeve ser milê xwe bi awayekî serketî bi cih bîne. Wê ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê di sala 32. de bêhtir bi xurtî bide jiyîn. Gerîlayên azadiya Kurdistanê jli ser bingeha îdeolojiya Rêber Apo, li ser şopa şehîdên leheng, wê di sala 32'an de meşa xwe xurttir bikin û ji bo ev meşa serketinê bibe meşa azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê çi pêwîst be wê wê bikin."

Karayilan axaftina xwe bi vî rengî qedand: "Li ser vê bingehê em dibêjin ruhê 15'ê Tebaxê ruhê serketinê ye. Ruhê 15'ê Tebaxê herî zêde di sala 32'an de yanî niha pêwîst e. Divê gelê me vê yekê wiha zanibe, bi ruhê 15'ê Tebaxê tevibeger û meşa azadiyê bike meşa serketinê. Bi vê bîr bawerî û hêviyê em careke din Cejna Vejînê li tevahiya gelê xwe, dostên xwe û hemû hevalan pîroz dikin."

Pîrozbahî bi qîrîna dirîşmeyan bi dawî bû.

...