15'ê Tebaxê li Parîsê hat pîrozkirin

Cejna Vejîna Neteweyî Pêngava 15'ê Tebaxê li paytexta Fransa Parîsê bi meşekê hat pîrozkirin.

Cejna Vejîna Neteweyî Pêngava 15'ê Tebaxê li paytexta Fransa Parîsê bi meşekê hat pîrozkirin.

Li ser banga Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F), girseya gel saet di 18:00 de li ber Gare de l'Est civiya û ber bi Meydana Repûblîqûe cihê mîtîngê ve meşiya. MLKP'yî û dostên Kurdistaniyan jî piştgirî dan meşê. Di meşê de wêneyên Mahsûm Korkmaz û flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Girseya gel bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Şehîd namirin" qîriya.

Piştî meşê girseya gel, li ber konê ev sê roj in bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan li qadê hatiye vedan, mîtîng pêk anî. Nûnerên saziyan di mîtîngê de li ser Cejna Vejîna Neteweyî Pêngava 15'ê Tebaxê axivîn.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Zozan Serhat û nûnerê MLKP'ê di axaftinên xwe de gotin, "Cejna vejîna neteweyî ya gelê Kurd 15'ê Tebaxê, ku bi pêşengiya fermandarê mezin Mahsûm Korkmaz pêk hat, li tevahiya gelên Rojhilata Navîn, dostan û hemû kedkarên cîhanê pîroz be. Têkoşîna me ya azadiyê ku di sala 31. de bi pêngaveke mezintir û avakirina neteweya demokratîk dewam dike, wê gelê Kurdistanê bi serketinê tacîdar bike. Di vê pêvajoya nû de em dibêjin an serketin an serketin."

Mîtînga ku bi qasî saetekê dewam kir, bi çepik û qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...