BI DÎMEN

15'ê Tebaxê li Parîsê hat pîrozkirin

Pêngava 15'ê Tebaxê li paytexta Fransa Parîsê hat pîrozkirin.

Pêngava 15'ê Tebaxê li paytexta Fransa Parîsê bi meş û mîtîngekê hat pîrozkirin. Li ser banga Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F), girseya gel saet di 18:00 de ji ber Gare de l'Est dest bi meşê kir. MLKP û hêzên demokratîk jî destek dan meşê. Di meşê de wêneyên Mahsûm Korkmaz û flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd Namirin" hatin qîrîn.

Çalakgeran li Meydana Repûblîqûe, li ber konê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan hatibû vedan, mîtîng pêk anîn. Di mîtîngê de nûnerên saziyan li ser wate û girîngiya 15'ê Tebaxê axivîn.

Di axaftinên li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û MLKP'ê de hat gotin, "15'ê Tebaxê Cejna Vejînê ya bi pêşengiya fermandarê mezin Mahsûm Korkmaz hat afirandin, li tevahiya gelên Rojhilata Navîn, dostên me û kedkarên cîhanê pîroz be. Şerê me yê di sala 32'an de wê bi pêngaveke mezintir û avakirina neteweya demokratîk dewam bike, wê gelê Kurdistanê bi serketinê re tacîdar bike. Di vê pêvajoya nû de em careke din dibêjin an serketin a serketin."

Mîtînga ku bi qasî saetekê dewam kir, bi qîrîna dirûşmeyan û lêdana çepikan bi dawî bû.