15’ê Tebaxê li gelek navendan hat pîrozkirin

Salvegera Pengava 15’ê Tebaxê li Amed, Mêrdîn û Şirnexê bi çalakiyên cuda hat pîrozkirin.

Salvegera Pengava 15’ê Tebaxê li Amed, Mêrdîn û Şirnexê bi çalakiyên cuda hat pîrozkirin.

AMED

Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê di serî de li Qada Taxa Lalebey a navçeya Sûrê, li Kayapinar, Yenîşehîr û Baglar a Amede hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de ku xwepêşandana fîşekên hewayî pêk hat, li ber stranan govend hatin gerandin.

Hat ragihandin ku li navçeya Baglar a pîrozbahî pêk hat, polîsên bi wesayîta zirxî li ser Cadeya Emek digeriyan 3 ciwan binçav kirin.

Li navçeya Bismil a Amedê jî endamên YDG-H’ê pira Bismil a rêya Amed-Bismilê digihîne hevdu li çûnûhatinê girtin. Ciwanan li ser pirê agir pêxistin û wesayît rawestandin, bi fîşekên hewayî 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Polîsên hatin cihê bûyerê bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin, ciwanên ketin rewşa xweparastinê bi fîşekên hewayî, bombeyên deng û molotofkokteylan bersiv dan polîsan. Pevçûnên bi seatan dewam kirin piştî ciwan ji herêmê veqetiyan bi dawî bûn.

MÊRDÎN

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê pêngava 15’ê Tebaxê li Taxa Firatê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de sînevîzyona têkildarî pêngava 15’ê Tebaxê û Mahsum Korkmaz hat nîşandan. Di pîrozbahiya ku bi sedan kes beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Parlamentera Mêrdînê ya HDP’ê Gulser Yildirim a di pîrozbahiyê de axivî got: "Vejîna 15’ê Tebaxê di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li tevayî Kurdan pîroz be.”

Piştî axaftinê kesên tevlî pîrozbahiyê bibûn ber bi Taxa Abdulkadîr Paşa ya duh polîsên tîmên taybet operasyon pêk anîbûn meşiyan. Meş bi dirûşman bi dawî bû.

ŞIRNEX

Pêngava 15’ê Tebaxê li taxên Zap, Cûdî û Nûh ên Silopiya Şirnexê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de bi sedan Kurdistanî amade bûn.