BI DÎMEN

15'ê Tebaxê li çiyayên Kurdistanê hate pîrozkirin

Salvegera 41'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an li çiyayên Kurdistanê ji aliyê gerîla ve bi coş hate pîrozkirin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di bin kontrola gerîla de ye, çalakiyek ji bo salvegera 41'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê hate lidarxistin. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Li cihê ku pîrozbahî lê hate lidarxistin, ala YJA Starê, wêneyên gerîla yên şehîd hatin daliqandin.

Piştî axaftina ji bo silavkirina pêngava 15'ê Tebaxê gerîlayan li çepikan xistin û dirûşmên 'Bê Serok jiyan nabe' û 'Jin, Jiyan, Azadî' qîriyan.

Gerîlayan piştre govend gerand û salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi coş pêşwazî kirin.