15'ê Tebaxê li Bielefeldê bi civîna gel hat pîrozkirin

15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li Bielefeldê bi civîneke gel hat pîrozkirin. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di axaftina xwe ya li civînê de bal kişand ser êrîşên topyekûn ên li dijî gelê Kurd û got, "Em ê xwe bi rêve bibin. Ev vîneke siyasî ye."

Bi wesîleya 31. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê, îro li bajarê Elmanya Bielefeldê civîneke gel hat lidarxistin. Civîna li Kurdistan Zentrumê pêk hat, ku Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî lê amade bû, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Kartal li ser wate û girîngiya Pêngava 15'ê Tebaxê axivî û di destpêka axaftina xwe de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi van gotinan bibîr anî:

"Em şehîdên şoreşê, şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em deyndarê şehîdan e. Wan roja me ya îro ronî kirin. Eger em dixwazin bibin layiqê şehîdan û Rêber Apo, divê em têkoşîna xwe bilindtir bikin."

Kartal di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bandora Pêngava 15'ê Tebaxê ya li ser têkoşîna îro ya li Kurdistanê û got, "Pêngava 15’ê Tebaxê weke bersiva tolhildana şehîdên berxwedana zîndana Amedê pêk hat û bi vî ruhî têkoşîn hate meşandin. Eger pêngava 15'ê Tebaxê nebûya wê şoreşa Rojava pêk nehatiba, wê pêşî li komkujiya Şengalê nehatibûya girtin û wê Çiyayên Kurdistanê azad nebûna."

Kartal da xuyakirin ku bi saya berxwedana gerîlayên HPG-YJA STAR, şervanên YPG/YPJ, YBŞ û YPJ-Şengalê gelê Kurd îro li Rojhilata Navîn bûye aktorekî sereke yê pozîtîf.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li ser êrîşên topyekûn ên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û li hemberê vê berxwedana gel û gerîlayên azadiyê jî rawestiya û ev xal destnîşan kir: "Em jî wan mûxatab nagirin. Em wan esas nagirin. Em ê xwe bi xwe biparêzin. Em ê xwe bi rêve bibin. Em ê sîstema xwe ya xweser ava bikin. Ev vîneke, Vîneke siyasî ye."

Kartal di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku yekane rêya çareseriyê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û diyar kir ku eger çareserî pêk neyê û şer kûrtir bibe, wê yê winda bike dîsa hikûmeta AKP'ê û Erdogan be.

Civîn bi pirsên beşdaran û bersivên Remzî Kartal bi dawî bû.