15'ê Tebaxê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hat pîrozkirin

Pêngava 15'ê Tebaxê di salvegera 31. de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hat pîrozkirin. Di axaftinên li pîrozbahiyan de bal hat kişandin ser girîngiya xwerêveberî û xweparastinê. Tecrîda li ser Ocalan jî hat şermezarkirin.

Pêngava 15'ê Tebaxê di salvegera 31. de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hat pîrozkirin. Di axaftinên li pîrozbahiyan de bal hat kişandin ser girîngiya xwerêveberî û xweparastinê. Tecrîda li ser Ocalan jî hat şermezarkirin.

31. salvgera Pêngava 15'ê Tebaxê li taxa Gulsûyû ya Maltepe ya Stenbolê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Li qada şahiyê pankarta "Em bi ruhê 15'ê Tebaxê ve serhildanê mezin dikin", posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin daliqandin. Di pîrozbahiya ku gelek kes beşdar bûn de bênavber dirûşmên "PKK gel e gel li vir e" hatin berzkirin. Li ber stranên hunermendên herêmî gotin ve welatiyan govend gerandin. Piştî govendê li ser navê Însiyatîfa Gel daxuyanî hate dayîn û hate gotin ku tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, li dijî siyasetmedarên kurd operasyonên qirkirina siyasî didome û li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî êrîşên hewayî dewam dikin, ew van êrîşên dewletê yên li dijî gelê kurd qebûl nakin, nas nakin, ti saziyên dewletê nas nakin û ji ber vê yekê jî xwerêveberiyê îlan kirine. Şahî bi axaftin û govendê bi dawî bû. 

Li taxa Gazî ya Sultangaziyê jî 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin. Li qadê pankarta "Bi ruhê 15'ê Tebaxê em ê tolê hildin" "Em bi ruhê 15'ê Tebaxê jiyana nû ava dikin" "Em bi ruhê 15'ê Tebaxê rabin serhildanê", posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên pêşengen şoreşê hatin daliqandin. Di şahiyê de hunermendên herêmî derketin ser dikê. Qada şahiyê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Piştî şahiyê ciwanan dorpêça polîsan bi meşekê şermezar kirin. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin, ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan. Pevçûn bi şev heta saetên dereng berdewam kir. 

WAN

Li navçeyên Îpekyolû, Tûşba û Artemêtanê li taxên Xaçort, Akkopru û Şehît Firat ciwan ji bo pîrozbahiya 15'ê Tebaxê hatin cem hev. Ciwanan bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Şehîd namirin" berz kirin. Piştî demeke polîs hatin cihê pîrozbahiyê û êrîşî ciwanan kirin. Polîsan bi gaza îsotê, ava şid û guleyên rastîn êrîş kirin, ciwanan jî bi bombeyên deng, molotofan bersiv dan. Polîsan piştî demeke tax bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin. Ciwanan jî bend danîn û kontrola nasnameyan kirin. Di pevçûnên ku heta saetên dereng ên şevê polîsan bombeyên gazê rasterast avêtin malan ji ber vê yekê gelek welatî ji gazê jehrî bûn. 

BEDLÎS

Li taxa Dumlupinar a Tetwanê ciwan ji bo pîrozbahiyê hatin cem hev. Polîsan bi bombeyên gazê ve êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan ve bersiv dan. Ciwanan ji bo polîs nekevin taxan lastîk şewitandin û nehiştin polîs bikevin taxan. Bûyerên li taxê heta saetên dereng ên şevê berdewam kir. 

MERSÎN

Li taxên Fahrettînpaşa, Şahîn û Barbaros ên navçeya Tarsûsa Mersînê polîsan êrîşî ciwanên ku ji bo pîrozbahiya 15'ê Tebaxê hatin cem hev kirin. Polîsan li dijî ciwanan guleyên rastîn, ava şid û gaza îsotê bi kar anîn û ciwanan jî bersiv dan polîsan. Dema pevçûnan de Alîkarê Midûrê Polîsan a Tarsûsê Bariş Altindal ji lingê xwe birîndar bû. Di êrîşa polîsan de ciwanek jî birîndar bû. 

Pevçûnên li taxê heta seatên dereng ên şevê berdewam kir û piştî ku polî ji taxê vekişiyan pevçûn bi dawî bûn. 

EDENE

Li taxên Daglioglu û Hurriyet ên Seyhanê polîsan êrîşî pîrozbahiyê kirin. Pevçûnên di navbera ciwan û polîsan de heta seatên dereng ên şevê berdewam kir. Polîsan dem bi dem guleyên rastîn bi kar anîn. Gelek welatî ji ber gaza ku hate avêtin ji xwe ve çûn. Polîsan rasterast bombeyên gazê avêtin derûdorê. 

ŞIRNEX

Li taxa Bahçelîevler a Şirnexê bi hezaran kes li qada pîrobahiyê civiyan, ji bo Ocalan dirûşme qîriyan û govend gerandin. Di saetên dereng ê şevê de polîsan êrîşî ciwanan kirin. Pevçûna di navbera ciwanan û polîsan de di demeke kurt de li gelek taxan belav bûn. Li hemberî fîşekên rastî yên polîsan, ciwanan li ber devê taxan bend danîn û bi kevir, molotkokteyl û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan.

Li taxên Nûr, Cûdî, Yafes û Sûr ên navçeya Cizîrê jî 15'ê Tebaxê bi pîrozbahiyên bi heybet hat pîrozkirin. Bi hezaran kesên li taxan kom bûn, govend gerandin. Ewlekariya girseyê jî ji aliyê ciwanan ve hat kirin. Di pîorzbahiyan de rêveberên DBP'ê yên navçeyê û hevşaredar jî amade bûn.

Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç di pîrozbahiyê de peyivî û destnîşan kir ku divê êdî rêxistinbûyîna gel bêhtir xurttir bibe. Tûnç got, "Ji bo Kurdan serdemeke nû û gelekî girîng destpê kiriye. Di vê demê de pêwîste her kes parastinax we bike."

MÊRDÎN

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê jî ciwanan 31. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîrzo kirin. Ciwanên li Taxa Safa civiyan, rê li çûnûhatinê girtin û kontrola nasnameyan kirin. Pîrozbahiya ciwanan heta derengiya şevê bi fîşekên hewayî dewam kir.