15'ê Tebaxê bandoreke mezin li gel kir
Şahidên Pêngava 15'ê Tebaxê, pêvajoya pêngavê vegotin.
Şahidên Pêngava 15'ê Tebaxê, pêvajoya pêngavê vegotin.
Şahidên Pêngava 15'ê Tebaxê, pêvajoya pêngavê vegotin. Halît Kûtas ê firsend dît Mahsûm Korkmaz nas bike got, "Hevalê Egîd hatibû mala me. Bandoreke wî ya mezin hebû. Dema diaxivî bandoreke mezin li gel dikir. Piştî ku hat bihîstin Pêngava 15'ê Tebaxê di bin fermandariya wî de hat kirin, vê yekê deng veda. Li gelek deveran dihat naskirin. Mirovan jê bawer dikirin, jê hez dikin. Rê li ber coşeke mezin vedikir."
Abdullah Algan ê li wargeha penaberan a Mexmûrê dijî, dema jê re şahidî kir bi vî rengî vegot: "Me hingî bûyerên diqewimîn zêde fêm nedikirin. Bi tenê dihat gotin ku têkoşîneke azadiyê ye ji bo Kurdan. Lê bêguman bi qasî niha me wate nedidanê. Dîsa jî bi salan re Botan veguherî navenda têkoşînê. Gelê Botanê ji wê rojê heta îro di nava têkoşînê de cih girt. Ji ber tevlîbûn û desteka me ya ji bo vê têkoşînê, em îro li welatê xwe sirgûn in. Lê dîsa jî em ê ti carî dest ji vê bernedin. Bi van berdêlan re gelê me îro bêhtir nêzî avakirina jiyana xwe ya azad e."
Ahmet Ozer jî got, "Dewleta Tirk dixwest civakekê bi temamî tine bike, asîmîle bike. Haya me bi têrkerî ji vê qirkirinê tinebû. Lewma me têkoşîna bi 15'ê Tebaxê er destpê kir, hingî baş fêm nekiribûn. Ez wê çaxê li Şirnexê bûm. Ew dem baş tê bîra min, dema çalakiya 15'ê Tebaxê pêk hat, kêfa gelek mirovan hat. Ji ber ku dihat gotin li ser navê Kurdan têkoşînê destpê kiriye. Di rojeva her kesî de ev hebû. Lê piştî demeke dirêj me ev fêm kir."
Halît Kûtas ê Mahsûm Korkmaz nas kir got, "Hevalê Egîd hatibû mala me. Ez hingî hînê ciwan bûm. Bandoreke wî ya mezin hebû. Dema diaxivî bandoreke mezin li gel dikir. Piştî ku hat bihîstin Pêngava 15'ê Tebaxê di bin fermandariya wî de hat kirin, vê yekê deng veda. Li gelek deveran dihat naskirin. Mirovan jê bawer dikirin, jê hez dikin. Rê li ber coşeke mezin vedikir. Di wê demê de xwedîderketineke hestewarî hebû. Lê niha ev xwedîdeketina hestewarî li her cihî veguherî xwedîderketineke fedaî ya bi zanebûn. Ji ber vê yekê, 15'ê Tebaxê şoreşeke gel e. Şoreşeke rastî ya vejînê ye."

