10 YPG'iyên girtî nayên dermankirin

Nêzî 10 şervanên YPG’ê yên nexweş û birîndar ên li girtîgeha T2 a Osmaniyayê tên ragirtin, ji ber pêkanînên kêfî nayên dermankirin.

Nêzî 10 şervanên YPG’ê yên nexweş û birîndar ên li girtîgeha T2 a Osmaniyayê tên ragirtin, ji ber pêkanînên kêfî nayên dermankirin.

Şervanên YPG’ê yên li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de  birîndar bûn, ji bo dermankirinê hatibûn Tirkiyeyê, hatin girtin û nayê dermankirin. Parêzer Tûgay Bek ku bi YPG’iyên li girtîgeha T2 a Osmaniyê dimînin re hevdîtin kir anî ziman ku nêzî 10 girtiyên birîndar û nexweş li girtîgehê tê ragirtin û ev kesên mijara gotinê nikarin di şert û mercên girtîgehê de bên ragirtin.

Bek diyar kir ku şervanê YPG’ê Savaç Sonmez ku ji Rihayê sewqî Osmaniyeyê hatiye kirin divê demildest mudaxaleya cerahî lê bê kirin û eger dereng bimînin wê nexweşiyên kronîk li Sonmez xwe bidin der.

Bek di dewama axaftina xwe de got: “Tevî ku divê demildest Savaş Sonmez bê emeliyatkirin, bi hinceta ku li nexweşiya Balcali ‘koxûşa girtiyan’ tine ye nayê dermankirin û emeliyatkirin Beşek ji rûyê wî felc bûye û çavên wî nema baş dibîne. Di xwarinê de zehmetiyan dikşîne. Ji bo dermankirina wî ji Rihayê anîn Osmaniyeyê. Lê bi mehane li benda dermankirinê ye. Bi hincetên cuda nayê dermankirin.”

Tûgay Berk destnîşan kir ku girtiyên li dijî dermankirina bi kelepçeyê derketine, beyî bên dermankirin ji nexweşxaneyê şandine û wiha pê de çû: “Gaziyê Kobanê ê bi navê Mûhammed, ji roviyên xwe emeliyat bibû û li nexweşxaneyê dima. Ji ber dermankirina bi kelepçe qebûl nekiriye, bêyî dermankirina wî temam bibe ew şandine girtîgehê. Em bang li raya giştî û Wezareta Edaletê dikin ku pirsgirêkên girtiyên nexweş çareser bike û  dermankirina wan tam bikin.”

Berk di dawiya axaftina xwe de got tevî ku girtîgeha T2 a Osmaniyê saleke vebûye jî binpêkirinên mafan lê zêde ne û wiha pê de çû: “Ji ber girtîgehek nû ye, ji bo otorîteyê li ser girtiyan pêk bînin, pêkanînên zext û şîdetê zêde bûne. Girtiyên bi navê Ozan Ozbey, Hakan Akgul û Sînan Gul bi zorê û derbkirinê şandine girtîgeheke din. Sirgûn binpêkirinen. Hem ji bo malbatan û hem jî ji bo girtiyan cezayê duyem e. Di vê mijarê de divê raya giştî bi hestyarî tevbigere.”