Yek ji çalakiyên herî girseyî yên di çarçoveya “Berxwedana Topyekun” de, li bajarê Wanê pêk hat. Li Wanê zêdetirê 20 hezar kes xwedî li berxwedana greva birçîbûnê ya di girtîgehan de derket.
Gelê Wanê jî guh da banga BDP’ê ya ji bo 30’ê cotmehê û bi vî awayî li Wanê çalakiya herî mezin a girtina derabeyan a dîrokî pêk hat. Ev cara yekem e ku di serî de li ser Şeqama Cûmhûriyetê û li tevahiya Wanê derabe tên girtin. Li bajêr kontakên wesayitan girtin. Xwendekar neçûn dibistanan.
Di saetên zû yên danê sibê de bi hezaran kes li ber konê nobetê ya ku bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya girityên Kurd ji aliyê BDP’ê ve hatiye vedan kom bûn.
Her çendî polîsan li derdora kon bend danî, lê nekarî pêşî li gelê Wanê bigirin. Bi pêşengiya rêxistina BDP’ya Wanê, meşa ber bi Girtîgeha Tîpa F ya Wanê ve dest pê kir. Bêdengiya serê sibê li Wanê hebû, bi dirûşimên bi hezaran kesî bi dawî bû.
Tevî Serokê BDP’ya Wanê Yakup Ataş, Cîgirê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Parlementerên BDP’ê Ozdal Uçer û Nazmî Gur, nunerên saziyên sivîl ên bajêr, Dayikên Aşitiyê, zêdetirê 20 hezar kes li hev civiyan û xwestin li ser Cadeya Cûmhûriyetê bimeşin. Piştî aloziyê, 20 hezar kes li derdora kon kom bûn û dirûşimên “Bijî Serok Apo” qêriyan.
NAVÊN GIRTIYÊN DI GREVÊ DE HATE XWENDIN
Di mitînga bi heybet de navên girtiyên di Girtîgeha Tîpa F ya Wanê de hate xwendin û girseyekê bi dengekî got ‘Li vir im’. Girseyê sîrûda “Çerxa Şoreşê” got û meşiya Şaxa Leşkerî ya li bajêr.
Girse ji vir jî bi karwanekî wesayitan çûn nêzî girtîgehê û li wir jî peya bûn û li ber deriyê girtîgehê meşek pêk anîn. Piştî meşê li vi Parlementerên BDP’ê yên wanê Nazmî Gur û Ozdal Uçer, Serokê BDP’ya Wanê Yakup Ataş, Cîgirê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Serokê TUYAD-DER’a Wanê Ahmet Aygul, Şaredara Bostanîçîyê Nezahat Erguneş, daxuyaniyek dan û spasiya gelê Wanê kirin û ji gelê Kur xwestin ku xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derbikevin.