JIN
Hemû Nûçe
-
Li Girtîgeha Evînê ji bo Werîşe Mûradî û Nêrgiz Mihemedî greva birçûnê hat destpêkirin
Girtiyên siyasî ya Girtîgeha Evînê ya Tehranê ragihandin ku ew li dijî nêzîkatî û derman nekirina Werîşe Mûradî û Nêrgiz Mihemedî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. -
Li Nurnbergê çalakiya 25’ê Mijdarê
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan û destnîşankirin ku Jin wê bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” xwe birêxistin bikin û civakê jî bi xwe re azad bikin. -
YPJ’ê Komxebata Jin û Parastinê ya Rojhilata Navîn lidar xist
YPJ’ê li Tebqayê bi tevlîbûna 500 delegeyan, Komxebata 2’yemîn a Jin û Parastinê ya Rojhilata Navîn lidar xist. -
Navê Mehsa Jîna Emînî li xaçerêya li Lîvornoyê hate kirin
Navê Mehsa Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hatî qetilkirin, li xaçerêyeke li bajarê Lîvornoyê hate kirin. -
Jinên Êzidî li dijî cezayê darvekirinê name şandin
Jinên Êzidî li dijî cezayê darvekirinê yê li Îranê li jinan hatiye birîn nameyek ji saziyên pêwendîdar re şandin. -
Ji JXK'ê pêngava 'vegera li kokê'
Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) ragihand ku bi wesîleya 25'ê Mijdarê dest bi pêngava 'Em Bernadin-Vegera li Koka xwe' dane destpêkirin. JXK'ê li zanîngeheke li Berlînê çalakî lidar xist. -
Li Ewropayê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema berxwedana kolektîf e
Li gelek navendên Ewropayê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî hatin lidarxistin. Jinan li dijî tundiyê banga berxwedana kolektîf kirin û wiha gotin: “Dema berxwedana kolektîf e.” -
Polîsan êrîşî meşa li Stenbolê kirin: 150 jin hatin binçavkirin
Jinan qedexeya Walîtiya Stenbolê ya keyfî nas nekirin, dorpêça polîsan derbas kirin û tundiya mêr-dewletê şermezar kirin. Polîsên Tirk êrîşî jinên dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz dikirin, kirin. Baroya Stenbolê ragihand ku 150 jin hatine binçavkirin. -
Li bajarên Egeyê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ olan da
Li bajarên Egeyê jinan li dijî tundiya dewlet-mêr, qeyûman, qetilkirina jinan, xizanî û polîtîkayên bêcezakirinê bi yek dengî dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin. -
Li Darmstadt û Gottingenê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe diparêzin
Li Darmstadt û Gottingenê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî çalakî hatin lidarxistin. -
Jin li Stenbolê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ meşiyan
Jin bi pêşengiya Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê li Karakoyê li hev civiyan û peyama mezinkirina berxwedanê dan. Di meşê de tundiya mêr-dewletê û desteserkirina vînê hate protestokirin. -
Li Amedê meşa 25'ê Mijdarê: Em dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi termînolojiya rêxistinî dibêjin
Li Amedê bi boneya 25’ê Mijdarê jin meşiyan û gotin: “Em dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi termînolojiya rêxistinî dibêjin. Ev li dijî qetilkirinên desthilatdarî li dijî parastina gumanbaran, dirûşmeya rêxistibûna jinan e.” -
Li Erîvanê tundiya li ser jinê hate protestokirin
Jinên Kurd û Ermenî li dijî tundiya li ser jinan mîtîng lidarxistin û wiha gotin, “Em bibin dengê jinên hatine qetilkirin, li zindanan di bin gefê darvekirinê de li ber xwe didin û hîna di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ne.” -
Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştar bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê meşeke girseyî hate lidarxistin. -
Jin li Heleb, Minbic û Şehbayê meşiyan
Jinên ku li Heleb, Minbic û Şehbayê bi boneya 25ˈê Mijdarê daketin qadan peyama, “Jin, Jiyan, Azadî” dan. -
Li Êlihê di meşa 25’ê Mijdarê de desteserkirin hat protestokirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan a ku beşdarî meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bû got, “Qeyûm desteserkirin û talan e. Ew ê li dijî berxwedana jinan têk biçin. Kolan çi dibêje em vê wê esas bigirin.” -
Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
Jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî li gelek bajaran daketin qadan û tundiya mêr-dewletê protestokirin. -
Jinan serdana gorên jinên şehîd kirin
Jinên li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi wesîleya 25'ê Mijdarê serdana gorên jinên şehîd kirin. -
'Bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî em ê dawî li tundiyê bînin'
Jinên Kantona Cizîrê li dijî tundiya li ser jin daketin qadan û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Jinan destnîşan kirin ku ew ê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî’ dawî li tundiyê bînin. -
Li Stockholmê panela 25’ê Mijdarê: Hîn zêdetir têkoşîn û xweparastin!
Li paytexta Swêd Stockholmê panela ‘25’ê Mijdarê’ hate lidarxistin, îşaret bi girîngiya rêxistinbûn û xweparastinê hate kirin. -
Li Kurdistanê bîlançoya komkujî û binpêkirinên li dijî jinan
Şaxê ÎHD'ê yê Amedê, ragihand ku li Kurdistanê di nava salekê de herî kêm 114 jin hatine qetilkirin. ÎHD'ê bal kişand ser êşkenceya li jinên girtî û destnîşan kir ku bi desteserkirin û tayînkirina qeyûman re tundî zêdetir bûye. -
MSD: Şer û dagirkerî tundiya li dijî jinan zêde dike
Di daxuyaniya MSD'ê de ya li ser 25'ê Mijdarê hate ragihandin ku tundiya li dijî jinên Sûriyeyî ji ber şer û êrîşên dagirkeriyê zêde bûye. -
Milîsên Axîn Mûş ên KBDH'ê ji bo jinên hatin qetilkirin çalakî kirin
Milîsên Axîn Mûş ên KBHD'ê ji bo jinên hatin qetilkirin li Bûrsayê çalakî lidar xistin. -
Bêrîvan Bahçecî: Em ê felsefeya Jin Jiyan Azadî li her qadê belav bikin!
Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî destnîşan kir ku qedexekirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nîşaneya dijminahiya desthilatdariyê ya li dijî jinan e û got: "Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke jiyanê ye. Em ê vê felsefeyê li her qadê belav bikin." -
Çeteleya tundiyê: 316 jin hatin qetilkirin, 170 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan
Jinnews’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê ‘Çeteleya Tundiyê ya li ser Jinê’ ya têkildarî 10 mehên destpêkê ya sala 2024’an, berhev kir. Li gorî çeteleyê 316 jin hatin qetilkirin û 170 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.