JIN
Hemû Nûçe
-
2'emîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn li Beyrûdê dest pê kir
2'emîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn bi dirûşma "Bi yekîtiya jinê em ê şoreşa demokratîk pêk bînin" li paytext Beyrûdê dest pê kir. -
Fermandariya Biryargeha YJA Starê peyama pîrozkirinê da
Fermandariya Biryargeha YJA Starê fermandar û şervanên Eyaleta Geverê yên YJA Starê ku tevlî çalakiya 27'ê Tîrmehê bûne, pîroz kir. -
Jinên Tîrêjên Rojê li 3 bajaran nîjatperestên Tirk kire hedef
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê bersiv da êrîşên li ser Kurdan û li Stenbol, Kirklarelî û Kocaeliyê nîjatperestên Tirk kire hedefa çalakiyen xwe. -
Alp: Emê li hemû bajaran meclîsên xwe yên jin damezirînin
Hasret Alp têkildarî Meclîsa Jin a HDP’ê ya Amedê ku damezrandina xwe ragihand got; “Emê bi zanebûna ku têkoşîna rêxistinbûyî yekane rêya rizgariyê ya li hemberî hemû êrîşan e, li hemû bajaran meclîsên xwe yên jin damezirînin.” -
Li dijî tundiya polîsan a li ser nûçegihanên jin kampanya
CFWIJ li dijî tundiya polîsan a li ser nûçegihanên jin kampanyaya îmzeyan da destpêkirin û bang kir ku her kes tevlî kampanyayê bibe. -
Li Meletiyê jinek hate qetilkirin
Li Meletiyê Mehmet O. hevjîna xwe Selma O. bi amûreke birek qetil kir. -
‘Êrîşên dewleta Tirk dewama komployê ne’
Koordînasyona Kongreya Star ên ku di sala 2013 heta 2016’an hatibûn qetilkirin bibîr anî, destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk tê wateya dewama komployê. -
Li Şengalê meşa jinên Êzidî: Bila qirkirin û statu bên naskirin!
Bi nêzîkbûna salvegera êrişên qirkirinê yên 3'ê Tebaxa 2014'an ên li Şengalê re, jinên Êzidî meşek li dar xistin. Di meşê de hate xwestin ku qirkirin û statuya xweser bên naskirin. -
Li Stenbolê jinek hate kuştin
Li Bahçekoy a navçeya Sariyer a Stenbolê Fatma Keke ji aliyê mêrekî ve hate kuştin. -
CFWIJ: Îsal 44 rojnamevanên jin rastî êrîşên polîsan hatine
Koalîsyona Jin ya di Rojnamegeriyê de ragihand ku li Tirkiyê di sala 2021’an de 44 rojnamevanên jin rastî êrîşên yekeyên polîsan hatine. -
YPJ: Têkoşîna me wê dagirkeriyê bişkîne û tola nirxên me hilîne
Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê têkilî îdîayên nerast ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gorên şehîdan got, ''Têkoşîna me wê dagirkeriyê bişkîe û tola nirxên me hilîne.'' -
Dozger bi fikra 'çawa be hepsa navmalî ye' îdîanemê hazir nakin
Şaredara Sêrê Bêrîvan Helek Işık ku bi mehan e li malê hepsî ye, got, ''Ji roja ku em hatin hilbijartin û heta kirin hepsa navmalî dizanin ku me xizmetj ji gel re dikir. Sedema van hemû êrîşan ev e.'' -
Li Naîrobiyê jin ji bo xweparastinê hînî boksê dibin
Li paytexta Kenya Naîrobiyê, jin ji bo xweparastinê hînî boksê dibin. -
Li Balikesîrê jinek hate qetilkirin
Li navçeya Bandirma ya Balikesîrê Cuneyt K., Kader K. ku li ber ji hev cudabûnê bû bi amûrek tûj qetil kir. -
Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, salvegera Şoreşa Rojav pîroz kir
Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya têkildarî salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek da, got: “Ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser bû modelek bê hempaye.” -
Li hemberî cînayetên li ser jinan metodên çareseriyê hatin nîqaşkirin
Meclîsa Jinan a PYD’ê li dijî cînayetên li ser jinan komxebatek li dar xist. Di komxebatê de ji bo pêşî li cînayet û şîddetê were girtin, biryar hatin stendin. -
‘Divê cînayetên li ser navê namûsê tê kirin, were sekinandin’
Li Qamişloyê li dijî cînayetên li ser jinan komxebat hate kirin. Di komxebatê de hate diyarkirn divê dîn baş were vegotin û ji bo sekinandina cînayetên li ser navê ‘namûs’ê tê kirin jî rûspî berpirsyariyê bistînin. -
Foza Yûsif: Ji bo wekheviyê divê em fikrên Abdullah Ocalan pêk bînin
Endama Komîteya Hevserokatiya PYD’ê Fosa Yûsiv di komxebata Meclîsa Jinan a PYD’ê de axivî û got “Divê ji bo wekheviya jin û mêran em li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan tevbigerin.” -
Jineke Kurd a awirbaz
Viyan jineke Kurd a awirbaz e ku di ber baweriya xwe de şer kirî. Viyan ji Dîgorê heta bi Şaho, ji wir heta bi Xerzanê navê welatparêzî, gerîlayeke zîrek e. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Amedê hate avakirin
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Amedê bi dirûşma ‘Ji bo azadiya xwe, xwe birêxistin dikin, bi ruhê Denîzan ber bi azadiyê dimeşin’ îlana xwe ragihand. -
'Berpirsê hejarbûna jinan AKP ye'
Wekîla HDP'ê ya Amedê Semra Guzel got Erdogan û hikûmeta wî kir ku gel û jin hejar bibin. -
Kampa Jineolojiyê ya li Spanyayê diyarî Lêgerîn Çiya hate kirin
Sêyemîn kampa Jineolojiyê ya li Spanyayê, li bajarê Valenciayê di navbera 7 û 13'ê Tîrmehê de pêk hat. Kamp diyarî şoreşgera enternasyonalîst Lêgerîn Çiya hate kirin. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê polîtîkayên qirêj ên desthilatdariyê teşhîr bikin!
Meclîsa Jinan a HDP’ê got ‘Sûcê îstîsmara zayendî ya li Colemêrgê ne munferît e’ û diyar kir ku wê jin dev ji vê bûyerê bernedin. -
Li Stenbolê jinek hate kuştin
Li navçeya Eyupsultan a Stenbolê Tekîn Akdenîz, Fatma Akdenîz kuşt. -
Lİ Samandagê çawişekî pispor ê artêşa Tirk jinek kuşt
Li navçeya Samandagê ya Hatayê çawişê pispor ê artêşa Tirk Dûrak Erdal Orûç jina bi navê Derya Aldiç kuşt.