JIN
Hemû Nûçe
-
Jinan: Em ji bo jiyanên xwe di îsyanê de ne
Koma Kampanya Peymana Stenbolê Pêkbîne li Kadikoyê ruxmê hemû astengiyên polîsan meşek lidarxist û cînayetên jinan şermezar kir. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê li Meletiyê ye: Dema neyê frotin tutunên me di destê me de dimîne
Şendeya hevdîtinên bi gel re yên HDP’ê ya “Ji hejariya jinan re na” îro li Meletiyê bi karkerên tutun û qeysiyan hatin cem hev. -
Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Suleymanpaşa ya Tekîrdagê jina bi navê Senem Barîk ji aliyê hewjînê xwe yê beriya salekê hevberdabûn Îrfan Barîk ve hat qetilkirin. -
HDP li Weranşar serdana karkerên jin kirin
Jinên HDP’î di çarçoveya lihevcivîna ‘Ji xizaniya jinê re na’ li navçeya Weranşarê serdana karkerên jin ên titinê kirin. -
Agahî ji 3 jinên siyasetmedar ên ji aliyê PDK’ê ve hatibûn destgîrkirin, nayê girtin
Sê jinên siyasetmedar ên di nava şandeya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ên serdana Şengalê kirin, dema ketina Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine desteserkirin. -
Dayikên Girtiyan nerazî ne: Tavilê tecrîdê rakin!
Li Amedê dayikên ku zarokên wan ji bo rakirina tecrîdê di grevê de ne peyama ‘Tavilê tecrîdê rakin’ dan. -
Qirkirina Êzidiya li Berlîn û Kîelê hat şermezarkirin
Di çalakiyên ku li paytexta Elmanya Berlînê û bajarê Kîelê hatin lidarxistin de êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an li ser Şengalê pêkanîn û qirkirina Êzidî hat şermezarkirin. -
Kongeya Star banga naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê kir
Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilat Sûryeyê, bang li civaka navnetweyî kir ku di serî de qirkirina li ser Êzidiyan û Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin. -
KJK: Divê civaka navnetewî xweseriya Êzidiyan nas bike
Koordînasyona KJK’ê di salvegera 7’mîn a êrîşên qirkirina 2014’an ya li ser Şengalê pêkahtî de hin daxwaz kirin. KJK xwest ku jenosîd were naskirin û xweserî bê qebûlkirin. -
TJA: Jinên Êzîdî bûne hêviya cîhanê
TJA'yê diyar kir jinên Êzîdî bûne hêviya cîhanê û xwest ku 3'yê Tebaxê bibe ''Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Jenosîd û Qirkirina Jinê'' -
KCDP: Di meha Tîrmehê de 20 jin hatine qetilkirin
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ragihand ku di meha Tîrmehê de bi kêmanî 30 jin hatine qetilkirin, 12 jin jî bi awayekî bi gûman mirine. -
YPJ: Tekoşîna jinên Êzîdî, wê bibe bersiv ji hemû fermanan û xiyanetkaran re
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê şehîdên Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bibîr anî û got: “Mafê hemû gelan yê parastina rewa heye ku li hember êrîşên dagirkeriyê bisekine. Roja îro jî gelê Şengalê bi hêza xwe ya parastinê hebûna xwe bi wate û mezin dike.” -
‘Li Kurdistanê tecawiz bûye metodeke şer’
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li Colemêrgê bal kişand ser tacîz û tecawiza ku hêzên dewletê pêk tîne û got “Tecawiz wekî metodeke şer tê bikaranîn.” -
Platforma Jinên Kurd li hemberî nijadperestiyê banga yekîtiyê kir
Platforma Jinên Kurd a Yekgirtî li hemberî êrişên nijadperest banga yekîtiya neteweyî kir. -
Derket holê Azra Haytaoglû ya winda hatiye qetilkirin
Derket holê ku ji Azra Guldem Haytaoglû ya bi rojan bû agahî jê nehatiye girtin ji aliyê mêrê bi navê Mûstefa Mûrat Ayhan ve hatiye qetilkirin. -
SMJÊ: Tekoşîn û berxwedana jinê rê li ber girtina fermana ye!
SMJÊ: Em nahêlin ku mafê me yê diyarkirina çarenûsê wekî Êzîdî ji destê me bê girtin. Avakirina avahiyên me yên xweseriya demokratîk û hêzên parastinê temînata ewlekarî û berdewamiya hebûna civak û çanda Êzîdiyan e. -
YJŞ: Bi saya Rêber Apo me xwe nas kir
Fermandariya YJŞ’ê di salvegera fermanê de eşkere kir ku jinên Êzîdî li şûna mirinê, lêgerîna jiyana azad hilbijartine û hate gotin, ji saya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gihiştine wê astê ku li hember her cûre êrîşan rawestin û bersivê bidin. -
TJK'E: Bi berxwedanê em ê qirkirinê rawestînin
Li Ewropayê gelan wê bi pêşengitya jinan li dijî qirkirina Êzidiyan derkevin qadan. TJK-E bang kir ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin. -
Newaya Jin: Li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêze
Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi maneta ‘Li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêze’ gihişte xwênerên xwe. Her wih di vê hejmarê de polîtîkayên dagirkeriya li Kurdistanê, yekîtiya netewî û fermana 3’yê Tebaxê heye. -
Encamnameya Konferansa Jinan a 2’emîn hate eşkerekirin
Encamnameya Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur a 2’emîn a hate eşkerekirin. -
Wê tifaqa jin ya Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur were avakirin
Encamnameya 2. Konferansa Jin a Rojhilata Navîn û Erîqaya Bakur ya li paytexta Lubnan Beyrûdê hatibû organîzekirin hat ragihandin. -
Heco: Fermana Osmaniyan û DAÎŞ'e ji hev ne cuda ye
Hevserokê Berê yê MXDŞ'ê Riham Heco bal kişande ser Ferman'a 73'an a li ser Êzîdiyan û got,''Fermana Osmaniyan û DAÎŞ'ê ji hev ne cuda ye''. -
Kongreya Star qetlîama nijadperest a li Konyayê û êrişên PDK’ê şermezar kir
Kongreya Star, qetlîama nijadperest a li Konyayê û êrişên PDK’ê yên li dijî gerîlayan şermezar kir. -
Konferansa Jinan a 2’emîn: Rêyên çareseriyê tên nîqaşkirin
Di roja duyemîn a Konferansa 2’emîn a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de, rêyên çareseriyê, pêşniyar û plansazî tên nîqaşkirin. -
TJK-E: Ji bo darezandina dîktatoriyê sedemek din
TJK-E ya têkildarî qetilkirina 7 kesên ji heman malbatê ya li Meram a Konyayê daxuyaniyek da got: “Li hemberî van ‘êrîşên nîjatperes’, ‘îzahat’ û manîpulasyonan nikare hêrsa me jinên Kurd kêm bike.”