MKG’ê serdana IFJ’ê kir

MKG’ê serdana nûnertiya IFJ’ê kir û rapora binpêkirinên li dijî rojnamevanên jin parve kir.

Komaleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) serdana Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) ya li Brukselê kir.

MKG’ê rapora xwe ya derbarê binpêkirinên li dijî rojnamevanên jin ên li Tirkiyeyê de pêşkêş kir û ji bo têkoşînê danûstandinên fikrê kir.

Nûnerên IFJ’ê diyarkirin ku ew ê bi rojnamevanên jin re di nava piştevaniyê de bin.