Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku meha borî herî kêm 10 jin hatin qetilkirin.

Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di meha Hezîrana borî de, li Rojhilatê Kurdistanê 10 jin hatine qetilkirin û 9 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Hêjayî gotinê ye sala borî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 158 jin hatin qetilkirin û 16 hezar û 568 tundiyên dijî jinan jî hatibûn tomarkirin.