Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:
"Ev demeke di nava raya giştî û çapemeniya Tirkiyeyê de nîqaş li ser qanûna çarçoveyê tê kirin. Di çapemeniyê de nirxandinên welê têne bilêvkirin ku li projeya aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo nayên, her wiha berevajî wê ne. Herî dawî, pêşniyarên ku Rêber Apo di 24'ê Gulanê de li Îmraliyê pêşkêş kir û hevdîtinên ku heyeta DEM Partiyê bi rayedarên AKP'ê re kir, weke ku nû ye hatin nîşandan. Halbûkî ji 24'ê Gulanê û vir ve ti hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin. Piştî hevdîtina 24'ê Gulanê pêşniyarên ku Rêber Apo pêşkêş kir, wê ji aliyê hikumetê ve bihata nirxandin. Ev nirxandin wê ji Rêber Apo re bihata ragihandin û encamên wê jî ji Tevgera me re bihata ragihandin. Lê belê heta niha ev prosedur nemeşiya ye. Lewma ji wê rojê û vir ve ti têkilî yan jî bûyerek neqewimiye ku hêjayî nirxandinê be. Di mijareke bi vî rengî dîrokî û girîng de tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike û Tevgera me ya Azadiyê jî di nava vê demê de ti agahî wernegirtiye.
Tevgera me ya Azadiyê her tim bi pêvajoya Rêber Apo re dilsoz bû û her cûre hewldanên pêwîst bi cih anî. Ji bo çareseriya siyasî a demokratîk a pirsgirêkan me bi pir alî hewl dan û gavên girîng jî avêt. Ji bo qanûnên azadiyê yên ku siyaseta demokratîk bi rengekî azad lê bê kirin werin derxistin, me piştgirî dan hewldanên di vê mijarê de hatin kirin. Di vê çarçoveyê de me kêm û bi kêmasî jî dîtibe, dîsa jî rapora komîsyona demokrasî, aştî û xwişk û biratiyê erênî dît.
Pêvajoya aştî û civaka demokratîk me yekser eleqedar dike. Ji bo bandoreke neyînî li pêvajoyê û diyalogên bi Rêber Apo re nebe, weke Tevger me rast nedît ku timî daxuyaniyan bidin. Lê belê polîtîka, daxuyanî û nirxandinên dema dawî têne kirin, pêwîstiya wê yekê afirand ku em bi daxuyaniyekê nêrînên xwe bi raya giştî re parve bikin.
Eger bi Rêbertî re hevdîtin û nîqaş neyê kirin, nêrîna tevgera me neyê girtin û li ser vê yekê bê gotin ku wê qanûneke bi filan rengî bê derxistin, di naveroka xwe de wê filan filan tişt hebin; ev yek wê weke lîstikekê, weke ferzkirinê, her wiha weke komployekê bê dîtin. Ji xwe nûman Kûrtûlmûş bi daxuyaniyekê got, wê qanûnek bê derxistin, yên bê wê bên, yên nehatin wê li dijî wan a pêwîst bê kirin. Biryarek têkildarî vê rêxistinê bi rengekî hevgirtî tê girtin û bi hevgirtî jî bi cih tê anîn. Tevgera me ya azadiyê tenê qanûn û gavên hevgirtî û yekpare cidî û li ber çavan digire. Naxwe nêzîkatiya; beşek wê bê beşek wê neyê, nabe. Pirsgirêk ne tenê çekdanîna şervanan e. Bêguman helwesta li hemberî şervan û rêveberên vê tevgerê jî yek e. Nîşandana nêzîkatiyeke cuda wê bibe sabotekirina vê pêvajoyê.
Weke Tevgera Azadiyê di kongreya fesixkirina PKK'ê de me biryar dan ku pêvajoya fesixkirinê û bêçekbûnê wê ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin. Rêber Apo jî tenê di nava şert û mercên karkirinê yên azad de dikare vê pêvajoyê bimeşîne. Gelê me û tevgera me hîn ji destpêkê ve destnîşan kir ku polîtîka û pratîkeke bêyî azadiya Rêber Apo, bêyî afirandina mercên karkirinê yên azad, qebûl nake. Heta ku di statuya Rêber Apo de nêzîkatiyeke erênî neyê nîşandan û di vê çarçoveyê de gav neyê avêtin, kes nikare biryarên di kongreya PKK'ê de hatine wergirtin bi cih bîne.
Diyaloga bi Rêbertî û têkiliya bi me re ji bo wê yekê ye ku helwest û polîtîkayeke hevgirtî bê afirandin. Naxwe gotina 'em ê qanûnekê derxînin, yên tên wê bên, yên nayên nayên' nabe. Gelo di vê pêvajoyê de daxwaz û lêgerîna çareseriyekê heye, yan jî tê xwestin ku serê civakê tevlîhev bibe; yan jî li hemberî Tevgera Azadiyê şerekî taybet tê meşandin? Eger qanûneke ku dişibe qanûna vegera li malê bê derxistin û nêzîkatiyeke çareseriya demokratîk a yekpare neyê nîşandan, ne gelê me, ne jî civata me ya rêxistinê wê vê qebûl bike. Lewma eger tê xwestin ku pirsgirêka sed salî, pirsgirêkên qutbûn û şer ên pêncî salî bê çareserkirin, divê nêzîkatî û ferasetke rast bê nîşandan.
Di halê hazir de hema bibêje amadekarî ji şerekî nû re tê kirin, polîtîkayeke bi vî rengî tê meşandin. Musteşarê MÎT'ê Îbrahîm Kalin ne tenê weke serokê rêxistineke îstîxbaratê, di heman demê de weke serokwezîrê hikumetekê li Iraqê digere. Beriya niha di êrişên li ser Rojava de hevdîtinên bi vî rengî hatibûn kirin. Çi karê musteşarê MÎT'ê li Bexda, Silêmaniye û Hewlêrê heye, çi dike? Gelo di plana tasfiye û êrişa li ser tevgera me ya azadiyê de tê xwestin ku hin rol ji van hêzan re bê dayin? Bêguman tevahiya gelê Kurd û hêzên siyasî divê haya xwe ji polîtîkayên bi vî rengî hebe. Divê gotinên Tirkiyeyê bi yekalî û nêrînên ne li gorî berjewendiya Kurdan bê dîtin. Gelo Tirkiye li şûna çareserkirina pirsgirêka xwe ya navxweyî, piştî biryara hikumeta Iraqê ya li ser hêzên çekdar ên li derveyî artêşê bi Iraqê re plana êrişekê li ser Tevgera me ya Azadiyê dike? Tê zanîn ku bi Îranê re jî hevdîtinên bi vî rengî hatin kirin. Eger planên bi vî rengî yên dewleta Tirk hebin, em di wê baweriyê de ne ku divê Iraq van qebûl neke.
Em dixwazin vê yekê bi eşkere destnîşan bikin; Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyekê qebûl dike. Bi gotina 'Me qanûn derxist, qebûl nakin' nirxandin û ferzkirina polîtîkaya şerê taybet, wê bibe nêzîkatiyeke dûrî aqil. Wê bibe dewamkirina wan polîtîkayan ku sed sal in encamê bi xwe re nîne û gelê Kurd û Tirkiyeyê ji hev qut dike. Lewma di nêzîkatiya li Rêber Apo û di nêzîkatiya li Tevgera me ya Azadiyê de divê cidî û bi berpirsyarane be.
Weke Tevgera Azadiyê em xwedî wê îrade û biryardariyê ne ku atmosfera şer û qutbûnê ya pêncî salan ji holê rake, li ser bingeha çareseriya siyasî demokratîk entegrasyona demokratîk bi Tirkiyeyê re pêk bîne û nêzîkatiyeke bi vî rengî ya siyasî bixin pratîkê. Ji bo dewleta Tirkiyeyê jî berpirsyariyeke dîrokî ye ku ji bo pêkhatina vê îrade û biryardariya me, ji bo bicihanîna entegrasyona demokratîk bi polîtîka û gavên xwe erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Divê raya giştî ya demokratîk û gelê me li hemberî nêzîkatiyên ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk sabote bikin hişyar bin, li dijî tecrîda li Îmraliyê têkoşîneke bi bandor bimeşînin û ji bo serketina pêvajoya aştî û civaka emokratîk erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin."