EWROPA
Hemû Nûçe
-
KCDK-E: Vîna gelê Kurd bi ser ket
KCDK-E bal kişand ser hilbijartinên xwecihî û got: "Polîtîkayên qirkirinê hilweşiyan, vîna gelê Kurd bi ser ket." -
Bûlgaristan û Romanya ketin nava Schengenê
Bûlgaristan û Romanya piştî sekna ji 13 salan bi 31'ê Adarê re ketin nava herêma Schengenê. Ji bo van herdu welatan wê kontrolên sînor ên hewayî û deryayî bêne rakirin, danûstandinên li ser sînorê bejahî jî wê piştre bêne kirin. -
Qazî Mihemed û hevrêyên wî hatin bîranîn
KNK'ê Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên wî Seyf Qazî û Sadr Qazî bi bîr anî. -
KNK'ê Cejna Paskalyayê pîroz kir
KNK'ê Cejna Paskalyayê li tevahiya cîhanê û gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî û hemû bawermendên Mesîhî pîroz kir. -
Fermandar Egîd hate bîranîn
Li bajarê Freîbûrgê fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) hate bîranîn û hate ragihandin ku mîna lehengên mîna wî têkoşîn gihîştiye vê astê. -
Newroz li Strasboûrgê hate pîrozkirin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Strasboûrgê bû got, "Di Newroza 2024'an de peyama ji bo têkoşîna heta azadiya Rêber Apo hate dayin." -
Li Berlînê nerazîbûna li dijî nijadperestên Tirk dewam dike
Li Berlînê, bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî nijadperestên Tirk bi meşekê hate şermezarkirin. Hate ragihandin ku nijadperestên Tirk êdî bûne gefek li ser civakê, lewma hate xwestin ku rêxistinên Tirk ên nijadperest bêne qedexekirin. -
Cenazeyê dostê Kurdan Charalambîdîs hat veşartin
Cenazeyê nivîskar û siyasetmedar ê Pontusî û dostê Kurdan Mîchalîs Charalambîdîs bi merasîmekê hat veşartin. -
‘Dewleta Tirk li Belçîkayê li pey planên qirêj e’
Tevgera Çand û Hunerê ya Kurd a Ewropayê diyar kir ku dewleta Tirk li Ewropa û Belçîkayê hewl dide planeke qirêj bixe dewrê û bang li gel kir ku bi provokasyonan nexapin, nerazîbûn nîşan bidin. -
Meclîsa Korsîkayê 'xweseriya di nava Komarê de' pejirand
Pêşniyara ku Korsîka di destûra bingehîn de ‘di nava komarê de statuya xweseriyê’ bi dest bixe cih bigire, ji aliyê Meclîsa Korsîkayê ve bi piraniya dengan hat pejirandin. -
'Mandela yê vê demê Abdullah Ocalan divê azad bibe'
Parlamentera Swîsreyî Laûrence Fehlmann Rîelle diyar kir ku Abdullah Ocalan Mandela yê vê demê ye û destnîşan kir ku ji bo têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê divê civaka navneteweyî bikeve nava liv û tevgerê. -
Li Nurnbergê êrîşên nijadperestî hatin protestokirin
Li Nurnbergê êrîşa li dijî Kurdan a li Belçîkayê hat protestokirin. -
Êrîşa koma nijadperest a li Belçîkayê li Aachenê hat şermezarkirin
Êrîşa komeke faşîst a li bajarê Heûsden-Zolder ê Belçîkayê ya li dijî malbatên Kurd, li Aachenê hate şermezarkirin. -
KCDK-E: Dewleta Tirk li Ewropayê li dû provokasyonan e
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyand ku dewleta Tirk li Ewropayê li dijî gelê Kurd provokasyonan dimeşîne û ji saziyên Kurdan xwest, "Ji bilî berteka demokratîk rê û rêbazeke din nehêlin." -
KON-MED'ê têkildarî 'provakasyonan' hişyarî da gelê Kurd û saziyên wan
KON-MED’ê piştî êrîşên nijadperest ên li Belçîkayê li dijî ‘provokasyonên hundir û derve’ hişyarî da gelê Kurd û saziyên wan. -
Li Vîlîers-le-Belê bîranîna Hefteya Lehengiyê
Kurdistaniyên li banliyoya Vîllîers-le-Bel a paytexta Fransa Parîsê dijîn, bi boneya Hefteya Lehengiyê di navbera 21-28'ê Adarê de çalakiyeke bîranînê li dar xistin. -
Nobeda Azadiyê ya li Strasboûrgê: Em di pêvajoya azadiya Rêber Apo de ne
Nobeda Azadiyê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di hefteya 613'an de bi komeke nû dewam dike. -
Cejna Newrozê li Torontoyê hate pîrozkirin
Li bajarê Toronto yê Kanadayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd, TCŞ û Tevgera Jinan a Sara cejna Newrozê bi coşek mezin hat pîrozkirin. -
CÎK: Li dijî êrişên nijadperestî divê gelê me bibe yek
CÎK'ê êrişa nijadperestî ya li Belçîkayê şermezar kir û got, "Em bang li Misilmanên durust û her kesên xwedî wijdan dikin ku li ber êrişên Tûranîst komkujî, nijadperest ên dewleta Tirk rawestin." -
Li dijî êrîşa nijadprest a li Belçîkayê çalakiyên protestoyî didomin
Êrîşa komeke faşîst a li bajarê Heûsden-Zolder ê Belçîkayê ya li dijî malbatên Kurd ên ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan, li gelek navendên Ewropayê hate şermezarkirin. -
Ûgûr Şakar li ser gora xwe hat bibîranîn
Ûgûr Şakar ê ku di sala 2019’an de li dijî Komploya Navneteweyî li ber Dadgeha Krefeldê bedena xwe dabû ber agir û şehîd bû, li ser gora xwe hate bibîranîn. -
Li Sydneyê Newroz bi coş hat pîrozkirin
Li Sydeneyê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Newroz bi şahiyekê hat pîrozkirin. -
Li Heusden-Zolderê li dijî Kurdekî nîşaneya serkeftinê kir hewldana lînckirinê
Li Heusden-Zolder a li herêma Limburg a Belçîkayê, li dijî kesekî ku di wesayîta xwe de nîşaneya serketinê kir hewldana lîncê ya nijadperest a girseyî hat kirin. Der barê kesê ku nîşaneya serkeftinê kiriye de lêpirsîn hat destpêkirin. -
Newroz li Dragûîgnanê hate pîrozkirin
Li bajarê Dragûîgnanê yê Fransayê Newroz bi pêşengiya tevgerên ciwanan TCŞ û TekoJIN bi coş hate pîrozkirin. -
KCDK-E’yê bi sed hezarên ku qadên Newrozê tije kirin pîroz kir
KCDK-E’yê bi sed hezarên ku bi taybetî li Frankfûrt, Ewropa, Awûstralya, Kanada û gelek navendên din ên cîhanê bi fedekarî û hişmendiya yekîtiya neteweyî seferber bûn, ked dan û qadên Newrozê tije kirin, silav kir.