Zextên hikûmeta Fransayê ya li dijî Kurdan hat protestokirin
Kurdistaniyên ku li Parîsê li hev civiyan bang li hikûmet û dewleta Fransayê kir ku dawî li krîmînalîzekirina Kurdan û hevkariya bi dewleta Tirk re bîne.
Kurdistaniyên ku li Parîsê li hev civiyan bang li hikûmet û dewleta Fransayê kir ku dawî li krîmînalîzekirina Kurdan û hevkariya bi dewleta Tirk re bîne.
Li paytexta Fransa Parîsê li ser banga CDK-F û TJK-F’ê ji bo dawîkirina êrîşên hikûmet û dewleta Fransayê ya li dijî gelê Kurd ku di salên dawî de zêde bûne, çalakî hat lidarxistin. Meş û mîtînga ku bi tevlîbûna bi hezaran Kurdên li Parîsê hat lidarxistin, li Placa de Republique destpê kir.
Di meşê de bi berzkirina dirûşmeyan dewleta Fransayê hat protestokirin. Hate destnîşankirin ku di demekî ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan qirkirinê ferz dike de, dewleta Fransa bi radestkirina Kurdan ku penaberên siyasîne û metirsiya girtiyê wan heye, dibe hevkarê qirkirinê.
Di meşê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî” û “Faşîst Erdogan, hevkarê Macron” hatin berzkirin.
Meş li Place Bastîllê bi dawî bû û Hevseroka CDK-F’ê Xanê Akdogan, Şahîn Polat xw Hevberdevkê Navenda Çnada Kurd a Ahmet Kaya Azad Dogan axivîn.