YSP li Parîsê serdana esnafan kir
Komîsyona Hilbijartinê ya Parîs-Vîllîers Le Bel/Partiya Çep a Kesk li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê serdana esnafan kir.
Komîsyona Hilbijartinê ya Parîs-Vîllîers Le Bel/Partiya Çep a Kesk li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê serdana esnafan kir.
Komîsyona Hilbijartinê ya Vîllîers Le Bel a Partiya Çep a Kesk (YSP) li banliyoya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê serdana esnafan kir.
Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Fransa a YSP’ê Veysel Keser di dema serdana esnafan de axivî û wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst tenê bi têkoşîna rêxistinkirî ya gel û xebatek li ser esasê mekanîzmaya azadiyê, wê têk biçe. Tirkiyeyek azad, bêyî me ne pêkan e. Eger komar di sedsala duyemîn de li ser esasê demokrasî, wekhevî, azadiya jinê û fikrê azad were dîzaynkirin, çavkanî û bingehê vê jî YSP ye. Çi dibe bila bibe, em ê qet gav şûn de ne avêjin. Em ê enerjî û demê xwe hemûyê ji bo têkbirina vê zihniyeta faşîst bimezêxin.”
Veysel Keser bang li gel kir ku di nava refên YSP’ê de bi rêxistinî têbikoşin. Her wiha Keser bang li her kesê kir ku di hilbijartinên giştî de deng bi kar bînin ku wê 27’ê Nîsanê li Fransayê destpê bikin.
Şêniyên Vîllîers Le Belê eleqeyek zêde nîşanî serdana Komîsyona Hilbijartinê dan.