YJK-S û CDK-S’ê banga tevlîbûna meşa 13’ê Kanûnê kir

CDK-S û YJK-S banga tevlîbûna meşa ku wê bi boneya salvegera 3’an a çalakiya nobetê ya li Cenevreyê bê lidarxistin, kir.

Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) têkîldarê meşa ku ji bo salvegera 3’an a çalakiya nobetê ya li ber NY’ê bê lidarxistin, daxuyaniyek hevpar da û banga tevlêbûna meşê kir.

Çalakiya nobetê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’an ve dewam dike, wê di 13’ê Kanûnê de bikeve sala 3’an. CDK-S û YJK-S bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha gotin: “Weke CDK-S û YJK-S li Swîsreyê pêşengiya pêngava ku bi hişmendiya hesasiyeta gelê Kurd û Rêber Apo dewam dike, dikin. Ji ber ku em dizanin tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan wê aştiyê neyne Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn. Di vê çarçoveyê de em li bendê ku gelê me, dostên me û her kesên ku alîgirê azadî û aştiyê ne bi xurt û biryardarî tevlî çalakiya ku roja çarşemê ji bo salvegera 3’an a çalakiya nobetê ya li Cenevreyê bê lidarxistin, bibin. Heta ku Rêber Apo azad bibê wê têkoşîna me bi bawerî û biryardariyeke mezin bidome.