YJK-E: Nîvîskar Işik wê timî di bîra Kurdan de bijî
YJK-E têkildarê wefata nivîskar Haydar Işik peyama sersaxiyê weşand û diyar kir ku bi xebat û sekna xwe ya bi rûmet ew ê timî di bîra gelên Kurdistanê de bijî.
YJK-E têkildarê wefata nivîskar Haydar Işik peyama sersaxiyê weşand û diyar kir ku bi xebat û sekna xwe ya bi rûmet ew ê timî di bîra gelên Kurdistanê de bijî.
Yekitiya Jinên Kurd a Elmanya (YJK-E) têkildarî wefata nivîskar Haydar Işik peyama sersaxiyê weşand û diyar kir ku bi xebat û sekna xwe ya bi rûmet ew ê timî di bîra gelên Kurdistanê de bijî.
Di peyamê de ev tişt hatin gotin:
“ Heval Haydar wiha di got, ‘Divê tu kes ji hêrs û kîna min xemgîn nebe, ez Kurd im. Ez şahidê qirkirina Dêrsimê me û mexdûrekî xwîn ji ruhê wî di herike. Dayika herkes ji bo wî hêja ye. Min hêjaya xwe dema dikir girî dît. Şîna gelekê ku di qirkirinê de derbas dibû, digirt û digrî‘.
Ji ber polîtîkaya şerê qirêj a dewleta faşîst a Tirk di sala 1984’an de neçar ma ku koçî Elmanya bike. Di hemû jiyana xwe de têkoşiya û heta roja ji nava me koç kir.
Em bi wefata nivîskar Haydar Işik ê ku li pişt xwe gelek berhem hiştin, gelek xemgînin. Bi xebat û sekna xwe ya bi rûmet ew ê timî di bîra gelên Kurdistanê de bijî. Ji malbat û tevahiya gelên Kurdistanê re em sersaxiyê dixwazin.“