Yekîtiya Ewropayê biryar da ku heta sala 2027'an gaza Rûs bi temamî qedexe bike

Parlamenta Ewropayê û dewletên endamê Yekîtiya Ewropayê li hev kirin ku kirîna gazê ji Rûsyayê di payîza 2027'an de bi temamî qedexe bikin.

Biryar weke lihevkirina navbera Parlamenta Ewropayê ku dixwest qedexe zû bê ragihandin û welatên endam ên ku dixwestin, piştî demeke dirêj bê dayin, pêk hat.

Komîserê Enerjiyê yê Yekîtiya Ewropayê Dan Jorgensen bi gotina, "Bazarî qediya, şantaj qediya. Em piştevanê Ûkraynayê ne" peyman ragihand.

Kremlînê jî îdîa kir ku Yekîtiya Ewropayê "Hêza xwe lawaz kiriye" û biryar rexne kir.

Têkildarî peymanên demdirêj ên li ser gaza bi lûleyan tê wergirtin, qedexe wê 30'ê Îlona 2027'an bikeve meriyetê û herî dereng heta 1'ê Mijdara 2027'an bi cih bê anîn.

Di mijara peymanên demdirêj ên LNG'ê (gaza ronkirî) de jî qedexe wê 1'ê Çileya 2027'an destpê bike.

Peymanên demkurt ji bo LNG'ê 25'ê Nîsana 2026'an, ji bo gaza ji xeta lûleyê jî 17'ê Hezîrana 2026'an wê qedexe bin.

Şîrket ji bo betalkirina peymanan wê vê biryara qedexeyê ya Yekîtiya Ewropayê weke "sedema mecbûrî" nîşan bidin.

PARA GAZA RÛS KÊM BÛ, LÊ HÎN DI ASTEKE GIRÎNG DE YE

Girêdana Yekîtiya Ewropayê bi gaza Rûs sala 2021'ê ji sedî 45 bû, sala 2024'an daket ji sedî 19'an. Lê belê Ewropayê gaza ji xeta lûleyê kêm kir, lê giranî da ser LNG'ê ya Rûs.

Li gorî daneyên 2024'an Yekîtiya Ewropa LNG'ê bi rêjeya ji sedî 45 ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, bi rêjeya ji sedî 20 jî ji Rûsyayê dikire.

Welatên Yekîtiya Ewropayê wê îsal bi giştî bi 15 milyar Euroyî gaza xwezayî kirî be.