Xoşnav Ata 287 roj in li ber OPCW di çalakiyê de ye
Li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî kiribû, Xoşnav Ata ji bo ku OPCW lêpirsînê bide destpêkirin, 287 roj in di çalakiyê de ye.
Li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî kiribû, Xoşnav Ata ji bo ku OPCW lêpirsînê bide destpêkirin, 287 roj in di çalakiyê de ye.
Xoşnav Ata ku biraziyên wî Mîhrîban û Gulperîn Ata yên gerîlayê HPG’ê di êrîşên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê de şehîd bibûn, ji 5'ê Tebaxê ve li bajarê Den Haagê yê Hollandayê li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) nobedê digire. Çalakiya Xoşnav Ata di roja 287’an de berdewam dike.
Endama Defend Kurdistan Lînda Weerts û şandeyeke Başurê Kurdistanê ku beşdarî civîna Neteweyên Yekbûyî ya der barê OPCW de bibûn, serdana çalakiya Xoşnav Ata kirin. Şandeyê der barê çalakiya wî de agahî ji Ata wergirtin û diyar kirin ku ew ê mijarê li Neteweyên Yekbûyî bi pirsan bînin ziman.
Ata, spasiyên xwe yên ji bo serdanê anî ziman û wiha got: “287 roj demeke pir dirêj e. OPCW di vê demê de tu axaftinek an bersivek li ser daxwazên me nekiriye. Berê me bi Neteweyên Yekbûyî re, bi Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re, li Parlamentoya Ewropayê re hevdîtin kiribû. Parlamentoya Ewropayê îmzeyên berhevkirî yên li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla ji OPCW’ê re şand. Daxwazên me mirovî ne. Dewleta Tirk ji sala 2021’an ve li erdnîgariyên cuda yên Kurdistanê çekên kîmyewî bikar tîne. Du biraziyên min ji ber van çekên kîmyewî şehîd bûn. Ji ber vê yekê min biryara çalakiyê da. Nêzîkî salekê ye em daxwazên xwe li pêşberî OPCW tînin ziman. OPCW heta niha bersiv nedaye daxwazên me. Serdanên wiha girîng in û divê dom bibin. Em ji serdanê coş digrin.”