Xelkê Depê yê li Ewropayê ji bo Partiya Çep a Kesk dest bi kar kir

Platforma Hilbijartinê ya Ked û Azadiyê ya Dep'iyên li Ewropayê, ji bo Partiya Çep a Kesk dest bi kar kir.

Platforma Hilbijartinê ya Ked û Azadiyê ya Dep'iyên li Ewropayê ji bo serketina dîrokî ya Partiya Çep a Kesk dest bi kar kir. Platformê civîna xwe ya destpêkê li bajarê Bonnê yê Elmanyayê pêk anî.

Hevşaredara berê ya Baglarê ya Amedê Zubeyde Zumrut li civînê axivî û got, "Kar û hewldanên xelkê Dep, Xarpêt û Çewlikê yên ji bo hilbijartinê wê ji bo serketinê gelekî mezin be."

Ji bo platformê 21 nûner hatin diyarkirin û di serî de li Elmanyayê wezîfeyên bi koordîneyî hatin diyarkirin.

Di civînê de girîngiya çapemenî-medyayê hate destnîşankirin û hate gotin, "Platform divê ne tenê platforma hilbijartinê be, piştî hilbijartinê jî ji bo Dep'iyan bibe sîwanek."

Platform dixwaze xwe bigihîne şêniyên Depê yên li Ewropayê hemûyan.