Xelata Cemal Nebez dan mamosteya Kurd Zara Muhammedî
Xelata Cemal Nebez a Berlînê dan mamosteya Kurd Zara Muhammedî ya ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin û piştre hatibû berdan.
Xelata Cemal Nebez a Berlînê dan mamosteya Kurd Zara Muhammedî ya ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin û piştre hatibû berdan.
Komîteya Xelata Cemal Nebez a Berlînê ragihand ku yekemîn xelata Cemal Nebez dan mamosteya Kurd a ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê parastina zimanê Kurdî dike Zara Muhammedî.
Komîteya Xelata Cemal Nebez ji 7 Kurdên ku li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê dimînin pêk tê.
Xwişka Muhammedî, Kanî Muhammedî ya li Swîsreyê dimîne li ser navê wê xelat wergirt.
Komîteyê der barê xelatkirina Zara Mihemedî de ev daxuyanî da:
“Xelata Zara Muhammedî ji ber xebatên wê yên bêwestan û dilsoz ên ji bo hînkirina zimanê Kurdî, parastina mafê bingehîn ê zimanê xwe yê zikmakî û têkoşîna li dijî înkarkirina nasnameya Kurdî hate dayîn. Zara di vê rewşa dijwar a Kurdistanê de ziman û nasnameya wê hatibû astengkirin, bi salan vê rêyê domand. Tevî cezakirin û girtinên neheq, Zara bi awayekî vekirî û bi wêrekî li dijî neheqiya li ser ziman û nasnameya xwe dengê xwe bilind kir û bi vî awayî di hişyarkirina vê neheqiyê de li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê roleke girîng lîst. Weke Komîteya Xelata Cemal Nebez, em kêfxweş û serbilind in ku xelatê pêşkêşî Zara Niştiman dikin ku îlham daye gelek jinan.”
Endama Komîsyona Çandî û Civakî ya Komeleya Nûjîn a bajarê Rojhilatê Kurdistanê Zara Muhammedî, di Sibata 2020’an de ji ber hînkirina zimanê Kurdî ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sine ve 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Muhammedî di Sibata borî de hatibû berdan. Muhammedî piştî serbest hate berdana vîdeoyek kişand wiha got: “Bêyî ku haya min, malbata min, endamên Komeleya Nûjîn û parêzerê min hebe û bêyî ku ‘lêborînê’ ji min û parêzêrê min bixwazin, bi lez û bez hatim berdan.”
Muhammedî wiha axivî: "Min berê bi rêya parêzerê xwe rayedarên dadweriyê agahdar kiribû ku ez tu carî lêborînê naxwazim."